Min dit çiya lalek bû
Tu jê re buyî hawar
Bi dengê te şînbû hêvî
Rengîntir bûye bihar
Qêrînên te ew zindî bû
Hişyar bû ji xewa giran
Bûye teyrek firî bû
Venişt li bilindahiya
Gulfiroş, Min go Gulfiroş... Bihar e, min got li ber çavên min diyar nebe Him şev û him roj! Ji te memnûn im Li derdora konê min negere û gaziya neke û gulan nefiroş! Ji ber ku îro ez penaber im. Qeflên gulan ji pêşiya çavê min reben neke gulfiroş! Naxwazim lê binêrim ji ber ku îro ez penaber im...
Ez dikarim tovên gulan li gulistana xurbetê biçînim Lê îro ez li vir im, sibe kî zane ez li kur im!
"...Sinem heyran ji bona te dihebînim ew bajarê Miksê
ew mehela herfa hê û cîm û ca li nav e
gerdana stûyê Sînema mi zîvê zelal e bi zêr kildane
sêr bike bi ser sedrê delali da girt xunav e
hela tu bala xwe bidê gidîno gelo te nego Feqî gune ye
fenanî masiyê di binê behra av li ser bimiçiqe
li bajara Miksê da ji xwe ra wax bike ji bo qulmek av e
Sînem heyran ji bona te dihebînim ew bajara Miksê
gidi gelo mehela mehê carek dibe bihar
mi di pelê gulê û binevşê jor da ketibû li ser pelê dar
sêr bike vê sibengê te nego Feqî gune ye
vê sibengê bajara Miksê da fenanî masiyê di binê behran da
av li ser bimiçiqe ji xwe ra wax bike ji bo qulmek ava sar
mi nizanîbû feleka me xayîn e
bi min û Sînema delalî ra nadomîne
li bajara Miksê da dîtina min û Sînema delal
ji xwe ra heywax li min kir yekcar..."