Em ji bo zimanê xwe Kurdî dipeyivin, peyamên xwe bi kurdî parve dikin û pirtûkên Kurdî dixwînin heta ji bo wî em çalakiyan saz dikin. Lê min tiştek dît ku em pirtûkê eynî nivîskaran dixwînin. Mînak Occo Mahabad 213 car hatiye xwendin, 1764 heb jêgirtinên wî û 7 heb jî lêkolînên wî hene. Lê ez îro dixwazim ser nivîskarên jin bisekinim. Ez dibînim ku nivîskarên jin pir nayên xwendinê. Ez bi xwe jî naxwînim. Ji bo wî îstatîstîkên wan pir kêm in.
(Gulîzer: 35 xwendin, 146 jêgirtin
Dîlber Haco: 3 xwendin, 5 jêgirtin
Evîn Çîçek: 12 xwendin, 163 jêgirtin
Jana Seyda: 2 xwendin, 0 jêgirtin
Lorîn S. Doğan: 1 xwendin, 0 jêgirtin
Axîn Welat: 1 xwendin, 0 jêgirtin
Yildiz Çakar: 14 xwendin, 50 jêgirtin
Fatime Ferhadî: 1 xwendin, 0 jêgirtin
Nûroj Mûnzûr: 0 xwendin, 0 jêgirtin
Bêrî Bihar: 1 xwendin, 9 jêgirtin hwd.)
Dikarim zêde bikim lê ne hewceye ji xwe ji hev ne cudatir in. Daxwaziya min ev e ku ez êdî dixwazim jêgirtinê nivîskarên jin ê Kurd jî bibînim. Çend hevalên me hene parve dikin lê ne bes e. Divê ku em zêdetir bixwînin û parve bikin. Min çend pirtûka sîparîş da çawa werin ez dest bi xwendinê bikim, hûn jî bistînin an jî diyariyê hev dû bikin û bixwînin, parve bikin û hevalên ku dixwazin lêkolîna binivîsînin bila binivîsînin.
Ji kerema xwe navêjin paş guhê xwe :)
Xebera te jê heye dîwaro?
Deriyê hêsin, paceya girtî,
Balîfê min, ranzeya min, zincîra min,
Ew a ez ji bo wê çûyîm û hatîm mirinê,
Ew wêneyê xemgîn ê di paşila min de,
Xebera te jê heye?
Ya hatî serdana min, pîvazterk rêkirîye
Bêhna qurnefîlê ji çixareya min tê
Bihar hatiye warê min…
Gelo hevalno win çîroka pepûkê zanin? Xem nine çimkî ez jî nizanibûm. Rojek bi dayîka xwe re çûm kerenga dayîka min ji ma qal kir. Werin ez jî ji we re qalbikim.
"Hebû tunebû, pir zeman berê, kes nizane li ku derê xwişk û birayek hebûne. Diya wan dimire, ew sêwî dimînin. Bavê wan dizewice. Ew berê kêf dikin, dibêjin: Êdî dayîkeke me jî
Raweste
Raweste
Ev bihar ne ya min û te ye
Ma nayê bîra te gava ez zarok bûm
Min rûyê xwe disipart rûyê te
Raweste.
Biqasî perperokek perîkên xwe sêcaran biçirpîne
Demên min pir ji te hez dikir bîne bîra xwe
Piştî kîjan zivistanê bihar nehat?
Kîjan tarî negihîşt ronahiyê?
Kîjan birîn qalik negirt?
Dilê ku bi kederê were hevîrkirin helbet wê bigihîje bextewariyê, mîna axa ku digihîje avê şitilekê dide...☘️
li tenişta hev in
mil bi mil
du gangilok..
du xwişkên sorkiras
li qerexa rê
li ber bê
bejna xwe
ber bi çiyan ve
ditewînin
serê her biharê
bi biryar.. /