Dûpişkên qumêd bi jehra xwe ya hezar salî bedena me heram kirin
Li ser pişta qantirên navsal rabezîn mirovhatiyê
Dev avêtin, dest avêtin, bombe avêtin û nesekinîn
Wan têr dilê xwe rehet nekir ji kuştina me
Carinan li bin zinarekî kom kirin laşên me
Carinan li ser delavekî
Carinan li ser pişta qantirekî
Her dem, ên ku mirî em bûn
Ên ku serî li darbestê ketî
Ên ku nîv jiyandayî
Ên ku bi bêhna sêvan hatî xapandî
Em bûn ên ku li keştiya Nuhê penaber siwarî
Em bûn ên ku bi Îsayê bêbav re li çarmixan govendgerî
Çavên me li rê, em li bendê ne
wê were
wê biqedîne vê bêkesiyê
em ne pezê winda ne;
şivanê me şevder e bavo!
Ferîdûn Kûrt