KURMANCÎ
Dema tav ji xewê şîyar dibe, ez şîyar im; dema tav radize, dîsa ez şîyar im; li destê min qelemeke biçûk, li ber deftereke mezin bişevûroj li tarîya xwe digerim; li tarîya xwe ya min carekê nedîtî û wê jî ti carî ez wenda nekirim.
Ji roja roj ve ye nola derîyekî bêxanî me, kîjan alîyê min li derve û kîjan alîyê min li hûndir e nizanim. Berê xwe bidime kîjan alî dikevime heman rêyê; bi kîjan rêyê de herim li xwe vedigerim. Li kîjan klamê gûhdarî bikim heman cam di hinavê min de dişike, hûrûmûr dibe. Li çi binêrim dibe eynik, li kîjan eynikê binêrim bi eynikeke din re rûbirû dimînim. Belkî jî di hinavê min de ye ew tarîya bi tozê û şor a ez di tarîyeke kelê de l’ê digerim.
Dar, dema dişewitin berî bibine xwelî, reş dibin, dibine komir. Belkî jî hewce ye bişewitim û bibime komir, ji bo karibim tarîya xwe bibînim. Dibêjin, ronayî xwîyabûn e, tarî wendabûn e. Belkî ne tarîyeke wenda ye tişta ez l’ê digerim; belkî jî tarîya min ne wenda ye; ez wenda me û heya min ji wendabûna min nîne, nizanim ez wenda me.
–– Na, na, nola her kesî, di tarîyê de li mûmekê nagerim; jixwe her tim di dilê min de mûmeke pêketî heye û ez bi wê mûma pêketî li tarîya xwe digerim.
Hin deman ditirsim li ber ronayîyên tîj û tûj û berqoq kor bibim û tarîya xwe ti carî nebînim; demdeman jî ew tirsa bêpirs ji dilê min derdikeve, gelekî wêrek dibim û dibêjim:
–– Belkî jî hewce ye kor bibim, ji bo karibim tarîya xwe bibînim.
TÜRKÇE
Güneş uyandığında uykuda değilim, güneş uyuduğunda yine uykuda değilim; büyük bir defterin önünde, elimde küçük bir kalemle geceli gündüz karanlığımı arıyorum; hiçbir zaman beni kaybetmeyen ve benim de bir kere bile olsun görmediğim karanlığımı.
Kendimi bildim bileli, hangi tarafının dışarıda hangi tarafının içeride olduğunu bilmeyen evsiz bir kapı