Kulîlka Min
Ez nizanim tu xewn î yan rastî,
Bi hesretê dixwazim dest bidê min,
Her şev bi navê te radizim,
bi navê kulîlka te şiyar dibim.
Tu kulîlkî,
ber biharê,
di dilê min de vedibî.
her nihêrînekê te agir dide canê min.
Porê te çemê biharê ye,
dirêj diherike...
Tu kulîlka jiyana mîni,
Bê te zivistan e,
bi te bihar tê, gul vedibe.
Porê te bayê havînê.
Ez axa te me.
Tûkulîlka ser cane mîni,
Tu kulîlka dilê min î,
Di baxçê jiyanê mîni,
Rengê te sor e wekî gulê evînê,
Bêhna te mîna barana biharê ye.
Her carê ku ez li te dinêrim,
Dilê min ronî dibe.
Tu ava Dîcleyê yî,