Xatûnê: Lawikê nezan,tu çima şermini Silav bike lı van memikêd zêrini Tuyê ji wan xêrê ji xwera bibini Te ez bi dilû canva bırım Te nebinim, ez dimirim... Zembilfiroş: Gul Xatûn ez tobedarîm Hûrmetê ez bi erz û eyal im Zarok birçine lı mal ın Ez ji rebê jori nıkarim. Xatûnê: Rojê şahi diçin, derbas dibin Gul dıgıhıjin, dıçılmısın Tu kêf bike, kêfa mezin Bira gunehê te ji min bıxwazın. Zembilfiroş: Xatûna gerden bi mori Şıxul nabe bı kotek û zori Tırsamın ji rebê jori Xatûnê ez tobedar îm. Xatûnê: Lawiko were ser şekir û sêvan Lı wan bımıje bı dev û lêvan Sing û berê min ji tera meydan Lı ser siwarbe, bajo heyran.