Aram Gernas, nîvîskar û rewşenbîrekî kurd e.
Aram Gernas ji Farqînê ye. Xwendina xwe ya sereta û navîn li vî bajarî temam kiriye. Piştî lîseyê, bi temamkirina Înstîtuya Perwerdeyî xwendina xwe a bilind xilas kiriye û dest bi karê mamosteyiyê kiriye. Piştî cuntaya leşkerî ya 12ê îlona 1980yan gelek caran hatiye girtin û zêrandin. Di sala 1983an da wek penaberek polîtîk derketiye dervayî welat û li Swêdê bi cîh bûye. Li wê derê jî, digel xebatên wî yên kurdperwerî, ji nû va dest bi xwendina Zanîngeha Mamosteyî ya Bilind kiriye. Li zanîngehê ji bo mamosteyiya kurdî perwerde bûye û dest bi mamosteyiya zimanê kurdî kiriye. Digel karê mamosteyiyê, bi salan karên redaktorî û nivîskariya kovarên Roja Nû, Berbang, Çira û rojnameya Dengê Azadî jî meşandiye.
Di gelek kovarên zindî yên Tirkiyê û welat da û di malperên înternetê da gelek nivîsarên wî derçûne.
Derwêş:...
Evîn nabe bi kotek û zorî,
Ne henek e ne jî yarî,
Şîreta min bo yên mayî,
Ders bistînin ji vî serborî!..
Eger we dît du evîndar
Pişt bidin, bibin alîkar
Di nav wan da nebin dirî
Da ku hûn nebin tawanbar!.
Pak û rast be wek Zembîlfiroş
Xwe bi erzanî tu car nefroş
Nebe dil û rebenê malê dinê
Bi keda desta xwe mey binoş.
Derwêş : Belê Pîra Dirê, wax ku çawa wax!.. Li welatê me halê dildaran her ev e. Bêmirazî bûye qedera wan.
Ma tenê du evîn, tenê du can
Di vê rêyê da çûn, bûn qurban
Ma emê çawa ji bîr bikin
Memê Alan û Zîna Zêdan.
Ma em ê çawa ji bîr bikin
Siyabendê Delûdîn û Xeca Zêrin
Kerr û Kuhk, Huso û Naza Dîn
Cembelî û Binevşa Narîn...
Belê ew negîhan mirazê xwe
Bi urf û adet, bi kêf û dawet
Wan bi xem dagirt qewlê evîna xwe
Bê gazin silav kirin li mirina bêbext
Rast e, wan di rîya evînê da can da
Lê ji hev hez kirin têrî xwe di dil da
Hîs kirin pêlên agirê evînê, doş bûn
Sermest bûn, di qesra dildaran da
Lê evîn ne tenê yek reng û yek kiras e
Car heye, vîyaneke yekalî û nenas e
Wek evina Xatûna gerden bi morî ye
Ku Zembîlfiroş jê nake rev û xilas e.
Nivîskar di vê pirtûkê de bi şiklê şanoyê ( tiyatro) qala evîna Zembîlfiroş û Xatunê dike. Vî evînê mîna evîna Siyabend û Xecê, Mem û Zîn dide naskirin. Vê efsane yê di edebiyata nivîskî de zêde cih negirtiye û nehatiye nivisandin. Daxwaziya nivîskar ewe ku, ev efsane bi gelek şêweyan bête naskirin. Bi taybetî min vê pirtûkê pir hezkir. Di
Ev pirtûk ji bo Koroya Zarokan a Çaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê hatiye çapkirin.
Ji nava vê pirtûkê çend stran hatinîye hilbijartin û ji aliyê koroyê ve hatinîye gotin. Dawîya pirtûkê de ji bo pirtûk wiha hatîye nivîsand in:
"Sedemên ku ev koro hatiye avakirin; xwedîderketin, parastin û pêsdebirina çand û hunerê ye. Xwedîderketina li zarokan, xwedîderketina li nirxên gel e. Her wiha ji aliyê civakî û çandî ve xizmeta pêsketina civakî ya zarokan sedemeke bingehîn a cîhanê ye.
Bi vî awayî xem û xeyalên zarokan ew ê berfirehtir bibin û ew ê ji nifsên pêserojê re çanda muzîkê ya durist û bas wekî mîrate bimîne."
Wê deme ez 9-10 salî me lingên min e piçûk ser demir a kursîya dibistan ê ,ser masa jî vê pirtûk ê .Ber awirên me û hevalên me tev pir mezin in, em bihûştê zanin an jî he dinya yê nasnakin.Diranên me ber guhê me ne.Jîyaaan tu pir xweş î!
Dengê wê mamosteyê gûhê me da bila navê wê jî Dîlan be, wek navê wê em jî kelecan in .Hîn dibin/ fer dibin.Bi zimanê dilê xwe di axivin/m .
Axx xwezî..
Em hevî dikin xwişk û birayê me wilo bin,demxweş.