Ez bi xwe çepim çep dimeşim, dê çep bimînim
Bi ramana xwe di çepiyê qencî dibînim,
Ne bi terî bim ji bo çepan doza xwe berdim
Gava bixapim di vî warî teqez ne merdim.
çepê mafê min bi zor bixwê ew kolîdare.
çawan di be çep? Ne mirove, ew segê hare,
Neyê bîra we ku ez bêjim roava başe,
Kû wê hêviyê ji min bike gelekî şaşe,
Tenê dibêjim herdu serî ne dilovanin,
Ji bo kara xwe sitemkarin wekî guranin,
Ji me re divê nebin dûvik, em ji bo xwe bin
Bo parastina giyanê xwe jîr û zana bin.
çivanên me, çivanên me bo pêşende gelek rastin,
Heyîna me, giyanê me bi vî rengî tê parastin,
Bê dîtin, peyv û rûniştin çawan dê binasin hev,
Bê nasîn em nikarin qet xwe bighînin xebata tev,
Divê yekdest digelhev bin bi derdê xwe biramin em,
Di nav cîhan rê û rêzan gelek pir bûn bizanin vê,
Peyayên miletên mayî ji bona xwe bi rêber kin,
çi gava em bi pê wan din dibin kolî ji bona wan,
Vemalin zend û bendên xwe bo pêşende xwe li kar kin,
Gelê xwe yê di xew mayî bi awakî hûn hişyar kin,
Nêrîkî kovî hilmeştî û şeng,
Hate wî pêjna zirîna kerê,
Dixwest bizane ka kî dizirî,
Hew dît kerê reş dike qoreqor,
Li ser pişta wî kurtanê kevnar,
Di histû zengil, di serî hefsar,
Hate nik kovî gelek sergiran,
Digote kovî : “ tu çi teba yî ?
Bêkes li çolan wa serberda yî,
Bo çi bernadî van rêl û govan,
Were te bibim nava mirovan,
Ne heyfe holê bê
porê min poçaxa şêrê nêr
ku tu caran nehatiye şehkirin
gemarî
lê car caran bi bayê bezê hatiye firkandin
serê xwe deyne ser axîna dilê min
li binê asîmanê şîn barana ku wê rojê
bi ser me de bariyabû
bifikire ku çawan bûbû peroşên evînê
û di nava valahiya wextê de mîna xelekên li ser rûyê avê
wenda bûbûn di nava xwîna me ya bizotkî de
êdî ji serî heta binî
em bûbûn evîn
gava ku em dimeşiyan li ser piyan, enîskên me
bi devê laşê bayê hevdu maçî dikirin
bi serê sermest
ji min bawer bike
sond dixwim bi serê stêrkên wê bihara ku,
bi bêhna sincan û bi bêhna pûngê xemilandî
ez ê bi şêrê evînê re şer nekim êdî.
Ji re`na nêgizên tey mest û xwînrîz
Zeman bû `ehdê ceng engîzê Cengîz
Te canê min divêt ey canê `alem
Ji min bistîn bi le`lên xwey şekerrîz
Du `enber bû li şimşadê bi mestî
Vebestin lew hewa bû `enberamîz
Ev heft salên min temam e, ez kor bûme, min ji hekîm û doxtoran hêvî biriye, li hêviya quwet û hîkmeta Sîpanê Xelatê mame...Gula mine, şîrhelalê, bila şîre te li te helal be, ka em binihêrin, dawiya me çawan dibe..
Em niha çawan û bi kîjan gotinan bikaribin Gulê salix bidin?.. Ew çilkeke zêr, dilopeke şîr bû. Porê wê zêr û dirêj, bejn û endama wê wekî periyan bû. Bi narînî û bedewiyê kes nedigihişte wê.
Nalînek tê guhê min, lê winda û nihan e
Agir berda dilê min, tev bû pêt û dixan e
Barek da ser milê min, lê barekî giran e
Dane ser hev kulên min, hemî derd û bela ne
Dengê kê ye dinalî, nalenala welat e
Dikî gazî, dikalî, rabin çaxê xebat e
Kurd û Zaz û Celalî, tev de çê kin civat e
Kes xwe medin vî alî, îro roja felat e
Xortên Kurdan şiyar