were dotmam
Welat! Welat! Kanî xweşî? Qewî îrû tu nexweş î Kanî ew ken, kanî geşî? Çiman holê wek dilreş î? Çiman wisa tu bêmad î? B'kurê xwe re xeber nadî? Kul û kûvan ji her alî Lewra welat wer dinalî Destên tirko li te ketin Bi xwîna te sor bûn repin Mîr û mela dar ve kirin Xort û xurtan ji te birin... Were Dotmam Celadet Alî Bedirxan
Celadet Ali Bedirxan
( 26 avrêl 1893 Stenbol – 15 Tîrmeh 1951 Şam ) Neviyê Mîrî Botanê Bedirxan Beg û kurê Emin Alî Bedirxan bû. Rûsî jî di nav de bi 7 zimanan dizanî. Dîplomat û zimannas bû. Di sala 1931ê de yekemîn alfabeya kurdî ya Latînî nivîsiye û bi dehan berhem veguhestine vê elfabêyê . Yekemîn serokê tevgera Xoybûnê bû .Ew nivîskar, sponsor, afirîner,wergêrê kovara Hawarê û sinifdarê rêzimana yekemîn a kurmancî bû kedkar û xwediyê rojnameya Kurdî Ronahî û kovara wêjeyî ya Kurdî Gelawêjê bû. Pişta wî ji rastkirina nameyan a di çapxaneyê de him bibû. Nivîskarê 5 pirtûkên hêja û edîtorê ferhenga Fransî-Kurdî bû. Organîzatorê konferansa Kurd a Beyrûtê bû û mîrîtiya dawî ya ku ji bo Kurdistana têkbirî heq îdîa dikir bû . Ev hemû di sirgûn û xizaniyê de kir. Kurdistanî divê vê mîrê xwefedar û rewşenbîr rast nas bikin û bi bîr bînin.
Reklam
Îro rojbûna mîre zimanê kurdî “Mîr Celadet Alî Bedirxan" e. Rojbûna te pîroz be mîre Zimanê Kurdî!
Rojbûna te pîroz be mîrê mîran . Celadet Alî Bedirxan
Rojbûna te pîroz be Mîrê me
Kurdino, malxerabino... An nebêjin em Kurd in. An jî bi kurdî bixwînin, binivîsin û biaxivin... Mîr Celadet Alî Bedirxan
Mîr Celadet Alî Bedirxan
Mîr Celadet Alî Bedirxan 131 sal berê îro di 26ê Nîsana 1893an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Bilûra min a şîrîn Tu di sariya sibehê Û hingura êvarê de Hevalê bêhevalan, Destbrayê şivan û dilketiyan î Dengê te Hêstirên dilên xemgîran, Silava ji hev-veqetiyan, Girîn û zarîna dilketiyan Tîne bîra min Bilûra min tu î, Xemrevîna terkeserên dinyayê! ... Celadet Alî Bedirxan
Reklam
132 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.