Were were, şox û şengê Te ez kuştim perîrengê Erê gulê heta kengê? Heke rast e evîndar î Ji dil wek min birîndar î Bo çi hinde ne guhdar î? Were were sebra dila’ Hey tac û nîşana mila’ Janê da cergê bilbila’ Bi wî dengê nerm û rewan Awazê bilbil û kewan Dil ji min bir gula ciwan Ji awazê germ û zirav Bibarîne misk û gulav Belav bike pirs û silav Sebrî Botanî
Were were, şox û şengê Te ez kuştim perîrengê Erê gulê heta kengê? Heke rast e evîndar î Ji dil wek min birîndar î Bo çi hinde ne guhdar î? Were were sebra dila Hey tac û nîşana mila Janê da cergê bilbila Bi wî dengê nerm û rewan Awazê bilbil û kewan Dil ji min bir gula ciwan Ji awazê germ û zirav Bibarîne misk û gulav Belav bike pirs û silav Sebrî Botanî