aj da di dilê min de hebûna te mîna şitla rihanê bi te dijîm, ji bo te dijîm bi nedîtina te disoje ev dilê ku hêj min ji tu kesî re venekiriye deriyê wî
ax.. xwezî ku te bizaniya bê ev dil çawa disoje ji ber bêrî û hesreta evîna te dibe ku tu niha ji min dûr bî lê tim bizanibe ku tu hesreta dilê min î û ez bi hêviya dîtina te dijîm min sond xwariye ku bê dîtina te ez ê koça dawîn nekim
Reklam
“Agir, mirovî dişo Doktor, dişo! Evîn piçekî ji agir e. Te disoje û te dişo. Pak dike. Tu qirêj di ruhê te de namînin. Ji xwe dilê ku leke pê ve hebin, evîn nikare tê de vehewe. Divê berê pak bibî paşê evîndar. Nexwe tenê tu sîya wê dibînî, kopîya weê dibînî û ev jî azareke gelekî sersam dide te.”
Sayfa 244Kitabı okudu
Ba bi xwere demê tîne Dewran bi ber pêlên deryayê dikeve û dibuhire Tenê dilê bi daxa evînê disoje wek xwe dimîne
Deylan
Hê !!? ji min dil herişandê, Suhtiyê arê teme, Hiş û aqil şewişandê, Sews û bîmarê te me, Bêt li min binhêr çi roje, Eşq hinavan pir disoje, Zar kû neyarê te me, Her çima ji min bi nazî?
Piştê Tu Çû • Mehmet Hacioglu
Te mal bar kir bi hewarî Hêvî bûne qet û parî Roj li min bûn qîl û tarî Mam bêşemal piştê tu çû Dil şewitî şûbhê neftê Sewta min çû qatê heftê Xwezî b`hata melkê mewtê
Reklam
22 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.