Ji lêvên tenik mistek maç diherike bi ser lêvên min ên zuha ve
Destên min li ser dara pîroz digere bêserûber
Lêvên min bi melodiyeke xeşîm re rîtma govendeke sêgavî digire li ser gerdeniyê
Digirnijin tiliyên min di nava ava kewserê de
Û mest dibin her sê lingên min
Ji dara pîroz du sêvan dixwazim û devê min dibe şikefteke dojehî ji bo serê cot memikên nûbûtikî
Av der dibe ji kaniya heyatê û agirê dojeha min gur dibe
Gur dibe
Gur dibe
Û ez li ser laşekî nîvtazî bi tazîbûna pevşabûnê dihesim
Laşê min ji ser bedena kelehî diherike ber bi dojeha pîroz ve
Gawirê germhez xwe diheşêne nava dojeha pîrozhez
Ez li hêlekê
Tu li hêlekê
Û em bi hev re
Temaşe dikin
Hêlekana du laşên bi hezar salan tî mane ji bo ava pevşabûnê