Dilbirîn DILO

Dilbirîn DILO
@dilbirindilo
Evîndarê evînê Bêedebê civakê Şeytanê heqîqetê
Ji her pîşeyî hinek
Ji her beşî hinek
Diyarbakır
136 okur puanı
Kasım 2019 tarihinde katıldı
Aşa êşên jinan
Puan vermedi·182 syf.··
2022 9. kitabı
Bêguman ewilînê edebiyatê ji êşan diwelide û hê bi dû re ew edebîyat xeşik dibe û dibe edebiyata xweşbîniyê. Her wiha êş bi jiyana jinê dest pê dike û li mirovahî û gerdûna hiş belav dibe. Jin! Maka jiyanê ye, jiyan ji nav rana jinê der dikeve holê û bi destê jinê tê honandin. Wekî her warî huner û wêje jî bi êşa jinê û bi honandina jinê xwe dide der. Çawa ku wêjeya nivîskî bi pênûsa jinê (Mensûre Erdelanî) dest pê kiriye her wiha ez bawer im wêjeya devkî jî bi gotina jinê dest pê kiriye, çimkî berî her tiştî jin hebû. Me got jin maka jiyanê ne, maka ferheng û zanîna min jî ji dê û pîra min û çend jinên di jiyana min de xwedî çandek dewlemend in. Ev jin bi gotinên xwe yên entîke û stran û xeberoşkên (çîrçîrok) xwe bûn bingeha çanda wêjeya me. Jixwe birêz Yasemîn Elban jî bi nivîsa xeberoşkan ji bo zarokên kurd bû dê/pîr. Jinên kurd jî bi rêveberîya Yasemîn Elbanê projeyeke nûh (20 jin 20 çîrok "Antolojîya êşên jinan") dan pey diya wêjekar û nivîskar Mensûre Erdelanî û ji bo êşên xwe, êşên jinan bînin ziman pênûsên xwe livandin û wekî pirtûk di Weşanên Na de weşandin. Di vê projeyê de mijarên serhildêriya jinê ya li hember mêr, protestoya çanda baviksalarî, evîn, rewşa jinên êşkêş, rewşa civaka bi destê mêr hatiye qirêj kirin hatine nivîsandin.  Tiştên balkêş û taybetiyên din yên vê projeyê/pirtûkê jî ev in;  1) Em di vê projeyê de portreyên nivîskarên cur bi cur dibînin, wekî nivîskarên bi dehan sala ne dinivîsin yên nûh dest bi nivîsê jî kirine hene. Ev nîşaneya welûdbûna edebiyata kurdî ye. 2) Di vê pirtûkê de 18 çîrokên kurmancî, yek soranî, yek jî kirmanckî/zazakî heye, ev jî nîşan dide ku projeyek  pirzaravayî ye. 3) Em di vê pirtûkê de lîqayê jinên nivîskar yên ji bakur, başûr, rojava û yên dîasporayê dibin ev jî dide nîşan ku amadekarên vê pirtûkê ji bo
Kurdî
Antolojiya Êşên Jinan - 20 Jin 20 ÇîrokYasemin Elban · Na Yayınları · 20218 okunma
Ne Kadar Kitap Kurdusun?
0-30p: Kontrollü okuyucu 📖 40-70p: Hafif bağımlı 👀 80p+: Geçmiş olsun, kitaplar seni ele geçirmiş 😅
Çend gotin li ser çîrokên rengîn û dudilî ya lokman polat
Puan vermedi·80 syf.··
2023 28. kitabı
Di meha cotmehê de pirtûkek Lokman POLAT di weşanên çandnameyê de wek pdf derçû. Polat ji bo pêncî saliya xwe çîrokên ku di pîrtûkên wî yên cur be cur de derçûne kom kiriye û di sala 2007 de li weşanên Helwest forlagê de weşandiye.   Ez jî temenekî dirêj û tijje ji bo wî dixwazim. Polat bi zimanekî ji kompleksa akademîkiyê! dûr, bi zimanê nav gel bi zimanê gundê xwe çîrokên xwe nivîsîne, ji ber vê yekê jî zimanê çîrokên wî xîtabê temmamê tebeqeyên gel dike. Herkes bi hêsanî kare wî bixwîne. Çîrokên xwe wek serpêhatiyan dinivîse ev jî dibe mîna ku bi xwendevan re sohbetek bike.   Pirtûk ji heşt çîrok û hin nivîsên ku di derbarê polat û çîrokên wî de hatine nivîsîn pêk tê. Emê danasîna çîroka “Du Dilî” bikin.   Çîrok behsa keçikek dike, navê wê Narîn e. Narîn keça bavek welatparêz e. Narîn û Mehsûm ji hev dikin, Mehsûm di nav tevgerek welatparêz de ye û bi hawayek Narînê jî tev li tevgerê dike. Li Stenbolê jî kovarek vê tevgerê heye, berpisyarê kovarê tê girtin û di şûna wî de Narînê tînin ser kovarê. Di vê navberê de Narîn û Mehsûm bi hev re dibin û Narîn ducanî dibe lê ji ber ku Mehsûm vedigere welat haya wî ji vê bebikê çê nabe.   Narîn li vir him ji ber rêgezên civakî him jî ji ber rêgezên tevgerê fedî dike ku ji kesê re  him behsa evîna xwe û Mehsûm bike him jî behsa zarokê zikê xwe bike.   Narîn ji bo jiber girtina zarok dikeve du diliyek mezin. Dilek dibêje biçe ser tixtor û bebikê bigir, dilek jî dibêje negir û bebika xwe eşkere bike û banê Mehsûm bike bila vegere ba te. Evîn di dayîna biryarê de zehf tengasiyê dikişîne.  
Çîrokên RengînLokman Polat · Helwest · 20075 okunma
Lilava "zexel"a weysel tirpan
Puan vermedi·168 syf.··
2020 31. kitabı
Niha di dest min de pirtûkek ku tiştinên ji  temmamê jiyanê di naveroka xwe de dihebîne heye. Mîna ku nivîskarê vê pirtûkê di çîrokek xwe de behs dike ; -Ez li pirtûkek digerim. – Yeka çawa? – Bila tê de evîn hebe,şer hebe,kuştin hebe,îxanet hebe, jin hebe, dawet hebe,zilamekî qeşeng hebe,desmal di dest de bila bibe sergovend tew,tew,tew,kî zava, kî paşa … -Belê. Qasekî bisekine, ezê binivîsim û bînim… Erê erê behsa “Lîlav ” a Weysel Tirpan dikim bi rastî jî wî wê pirtûka ku xwendevan xwestiye nivîsandiye û hanîye, tê de her tiştê jiyanê heye. Pirtûk di sala 2016 an de ji weşanên avestayê derçûye,ji 148 çîrokan pêk tê. Bi piranî çîrokên li min bandor kirin çîrokên xerîbîyê bûn,çîrokên nîvcomayî,û çîrokên ji welatê xwe dûr ketî bûn. Dema min ev pirtûk xwend bi hin çîrokan keniyam min nexwest çîrok biqede,bi hin çîrokan giriyam û min şikir kir ku çîrok ewqas kurt in. Pirtûk qediya lê naverokên wê di hişê min de govendê digirin. Gav min dikenînin,gav min xemgîn dikin lê tim û tim min didin ramandin. Erê erê,lehengên vê pirtûkê em in, nas û dostên me ne û yên ji me dûrketî ne. Weysel tirpan bi vê berhema xwe bûye mînakek ji bo edebiyata cihanê çimkî kurteçîrokên wî pir kurt in hetta pirên wan ji yek hevokek pêk tê. Nizanim, belbî mîna ku dîsa nivîskar di çîrokek xwe de gotiye,ji tirsa mirinê ye ku wisa kurt nivîsandiye. Lê çîrokek wî heye ji xeynî  sernavê wê tu tiştek nîn e lê peyamek pir watedar tê de heye. Navê çîrokê “zexel” e nivîskar ji xeynê vê peyvê tu tişt nenivîsiye,yanê bi  peyvek behsa çîroka  temmamê zexeliyan dike.  Belbî jî westindin e ew, lê ji bo min pir watedar bû. Tirpan tenê bi nivîsa vê peyvê dixwaze bi xwendevan bide nîşan ku zexelî ev e tiralî ew e ku mirov naxwaze/nikare tu tişt bike. Gelo ew tiştê ku vê jiyanê bi me dide jiyandin ango me
LîlavWeysel Tirpan · Avesta Yayınları · 201634 okunma