Dilberê serdarê xûban
Ez nizam ageh heye
`Arif e bi halê qulûban
`Alim e bi halê me ye
`Alim e b’ daxê fu`adan
Gezmeyên wan nûn û şadan
çûne dil hetta biradan
Di dilê min de mirin, sawên reşqeratî
xêz nedikir, bêro dimam carinan
min şopa royê winda nedikir, li ser
zimanê min çend peyvên gulîmifte û
pisporê min bezîna berikên rêvekirbûn
Di zarotiya xwe de ey kulma koletiyê,
min tu helandî di nav şîrê dayika pîroz de
Bi kenê xwe ê qerqaş min tu
qewitandî li ser sormemikên têrbûnê
Li ser lêvên jîneza min
bêriya bavê xwe dikim piştî herba me
di dest min de zenîtheke quremîşkirî
her heftûçariyekî nîşan dide
diterpilim wekî hişê xwe lew xwe lê dikim ji qehra
di seriya çilî de me bi xwe zanim
weka wî di ber xwe de xeber didim niha
şewqeya li serê xwe bilind dikim
porê xwe dûz dikim bi destê xwe
nizanibim weka wî bipêçim jî
di dest min de qutiya
Wextê
Jana wî dev diavêt hişê min û
Wî dida ber lingan
Ez ji xwe ve diçûm.
Wek maleke
Ji şeva hinneya bûkê mabe
Ji hev de diket ruhê min
Der û cîranan roja din xêra xwe
Didan hev.
Roj diçû ava..
Tariyê perda xweyî reş
Berdida ser riwê gerdûnê.
Gund..û..bajar...
diketine xew
Heyvê şerm dikir
Pişta xwe dida te..
û xatir nedixwest û diçû...
Kes min nas nake.
Weke tu min nas dikî.
çavên teyî.
Em herdû pêre.
Dikevin xewê.
Saz dikî.
Ji xewnan re.
Bextekî.
Pê nikare.
Hemû şevên cîhanê.
çavên teyî.
Di wan re ez.
Diçûm û dihatim.
Dide min rêçik û şop.
Ew çavên te.
Dihetikîne.
Tenahiya me.
Ya bê dûmahî.
Em nazîvirin.
û kes te nas nake.
Weke ez te nas dikim.
Ey zarokên berdîwar
E sêwîyên berzinar
Ey jinbîyên kor bûn ji şer
Wey dayikên sor bûne ser
Ey gernasên birîndara!
Li ber lata ber zinar!
Bê dektor û bê derman in