Nezerek wê beşerê lebşekerê hûrîsiriştê
Nadirim ez bi mey û Kewser û hûrên di bihiştê
------
Cizîrî awir û nêrîneke yara xwe ya ku miroveke şekirlêv û mîna hûrî- yan e, bi şerab û hewzê Kewserê û hûrîyên cinetê nade. Her çiqas pirên şîrovekarên dîwana Cizîrî hemî gotinên wî bi işqa xwedê şîrove dikin jî, dîyar e ku ev şîrove ne rast in. Lewra Cizîrî di vê risteyê û gelek risteyên din de eşkere dibêje ku yara wî mirovek (beşer) e.
Sayfa 31 - Dara