Rejîma nû ya Tirkiyê paşnaveke nû li malbatê kiriye, "Çınar". Mistefa Kemal xwe ev paşnav daye malbatê û gotiye, "Bedirhanpaşazade ailesi bir çınar gibi tarihi ve güçlüdür. Çınar ismi onlara yakışır." Zordariya li ser kurdan roj bi roj zêdetir dibe. Her tiştê kurdî qedexe dibe. Herkese ku bi kurdî bipeyive, tê girtin û jê ceza tê birîn.
Tê gotin ku mirov carekî dimire. Na, ev ne rast e. Mirov du caran, mîna min, pir caran, car bi car jî dimire. Bi dû mirina Safter re, ez gelek carên din jî mirim. Lê cara yekemîn, ez bi Safter re mirim, nîvê dilê min jî pê re çû axa axretê.