"Nizanim êdî, di ser kê de kirasê helbetên xwe biçirînim"
Dibêjin ku kulmek ax jî, ji çavan re dibe mirin
Ku ew qas bajar, ew qas rê, baran û bager
û bi dehan welat
Behr û çîya di navbera meriv de bin
Nizanim rast e?
Lê wisa be
çima ji şevan re, bi dizî navê te dibêjim?