• Wey dinyâyê tu bêbext î
    Te zâlim hânî ser textî
    Me roj nedît tu câx wextê
    Pârâ me mâ tev bindestî
    Wey dinyâyê, Wey dinyâyê
    âr pe ketê, derd lê ketê
    Me ked dâ te gelek sâlân
    Te em xistin pâşilâ gurân
    Bi gurân re kirin birâ
    Lê wân em xwârin gelek cârân
    Me got birâ tu bi xêr hâtî
    Gur fem nâkir ji birâtî
    Dev vekirî, dirân sutî
    Binêr çâwâ kir birâtî
  • SERANSER WELAT

    Şevek herkes di xew de 
    Rabum jixwe ra geriyam 
    Bajar bi bajar kurdistan. 
    Fanusa min seroké min 
    Evîna welat di dest da. 
    Ciziré 
    Bi evîn u eşka seyda 
    Ji dil u can avda . 
    Şirnex 
    Xorteke xeşim 
    Lé bi mérxasî 
    Rabu ser piya 
    Bi xwina xwe meyand azadî 
    Da hişk nebin dehl u çiya. 
    Qulpé 
    Nehişt ji kesîre hespé 
    Wek lehengan siwarbu li ser pişté 
    Beré xwe da deşté. 
    Elih 
    Bazda 
    Di dest da satur û bér 
    Û tujkir kér 
    bi xéhdana xwe. 
    Ket para Licé 
    Mînak sofiyek diçe hecé 
    Bi dilovanî xwe da péş 
    Lé semsur 
    Léborin xwest 
    Ji min jî sé cercur. 
    Wan 
    Hetajé hat bi îman 
    Nisébîn 
    Ji bo evîna te har u dîn. 
    Koser 
    Xwe kir bukek xélî li ser 
    Hezo 
    Komkir şekir u gezo 
    Rıha 
    Bi héza evİna te u péxemberan 
    Go a niha. 
    Séwreg 
    Go fermo 
    Ma li me ne bu dereng 
    û tijİ paşil kereng 
    Gavek xe avét péş 
    û 
    Heta erçeng 
    Xwéhda colemérg 
    Bazid 
    Bu qasid 
    Çewlik 
    Bu hevling 
    Séwaz 
    Bi stran u awaz 
    Qers 
    Bi hérs 
    Ararat 
    Pir kir keft u left 
    Hezro 
    Hé nivro 
    Kete ré 
    Berwar 
    Ji ya xwe nehat xwar. 
    Muş 
    Go em mérxasin ne puş 
    Belîs 
    Go heta em téxin lîs 
    Ezirgan 
    Heta em nebin bazirgan 
    Ezerom 
    Em kurdin lawo ne rom 
    Amed 
    Li ser govendî 
    Girt dawet 
    Bu duvpişkek kuméd 
    Bi dijmin ve da 
    Bi kurtasi 
    Seranser 
    Li welat kurda kir mahşer 
    Va dimeşin bi hevra 
    Dijmin go teslîm ji qehra. 
    Pîrozdikim xebata we 
    Serî li ber we ditewînim 
    Bila serok ji me re her saxbe 
    Biratiya xwe qewîkin 
    Kul u éşan bikewînin 
  • ...ma em ê çima rakevin, çima em ê xewê ji xwe re bikin rêdareke jiyanê? Xew mirin e... erê ne mirinek ku em dibêjin, lê dîsa jî mirin e...
  • Dotmam welê ye, heta mirov xwe nas dikit mirov emrê xwe xelas dikit. 

    Ez pîr bûme. Di derxika canê min de çil Buhar bişkivîne. Qurma bedena min çil Zivistan dîtine. Bi sedan ba û bahosan ew hejandine, bê hejmar berf û baran tê re çûne. 

    Herwekî dibêjin ciwanî bizaniya pîrî bikariya. Lê pesn ji Xwedê re ko hêj ewçend ne pîr im ko nikarim. 

    Wekê ez jî ciwan bûm, simbêl hêj nû avêti bûn ser lêvên min, dilê min bi hevîniya delalan hildavêt, hon ne yek, ne dudo, ne deh, ne bîst bûn. Kej û gewr, esmer û genimî, bejnbilind û navîn, kinên we jî hebûn. 

    Hon hemî ji min, ji me re bûn. Me kîjan bixwesta, ne ewê, ne mamên me, ne digotin no. Lê min, me hemîyan nizanî bûn. çavên me bi we, bi bedewîya can û giyanê we ne diket. 

    Me dev ji we berda bûn. Yekî biyanî dihat, hon dixwestin. Me ji xwe re ne dikir namûs. Hon dibirin. Hon bêqedr dikirin. Di rêzika dinyayê de hon tayih dibûn. Ev ne sûcê we, lê yê me bû. 

    Hon di gulistana mala me de gul û bişkojin bûn. Baxvan û dîdevanên we em bûn. Bihna we a xweş, rengê we ê geş û birewş tu dibêjî qey ne ji me re bûn. Em pê ne dihesiyan. Me ew ne didîtin.

    Yek dihat, destê xwe drêjî we dikir, hon diçinîn, dibirin. Pêde welê bû. Hon, gulên gulistana me dihatin çinîn, me guh ne dida, em pê bendewar ne dibûn. 

    Rojekê, me hew dît, gulistan bê gul, daristan bê bilbil maye. 

    Em di himbêza jinên biyanî, hon di bin çengê mêrên nenas de. 

    Bi vî awayî me xwerûtîya tovê mala xwe, tovrindîya malbata Azîzan winda dikir. 

    We zaro dianîn, li me, li xwalên xwe dihatin. Merd, cwanmêr, xweyrûmet. Ji bavên xwe re namûs dikirin. 

    Zarowên me li xwalên xwe dihatin. Xwalên wan kurên kê? Ji kîjan ra û nijadî? Ji kîjan mal û malbatê? 

    Wan navên me hildigirtin. Yên we ko ji zikê mala me derdiketin li ser dra bavê xwe şîn dibûn. 

    Herê dotmam, keçmama çeleng, tu çûyî, hon çûn. Em di destê jinên biyanî de, hon di bin rikanê mêrên nenas de. 

    Zarowên we xwarzîyên me ne. Lê ne xwarzinen adetî. Li şer xwal û xwarzî. Lê ne xwarzîyên me. Ji ber ko ne ji nijadê me ne, xerîbî wî nijadî ne. Carin hene, neyarên wî nijadê pak in jî. 

    Belê li şer xwal û xwarzî. Xwal û xwarzî li rex hev, berê wan li armancekê şer dikin. Xwarzîyên me li me radibin. Berê wan li berê me ye. Em armanca wan, ew armancên me ne. Heçko em ji hev re polik in. Bi destên hev, di destên hev de dimirin. 

    Dotmama delal, ma ne heyf e, xwîna zikê te bi xencera min bête rêtin. Ma ne mixabin e, kekên te bi berikên berê zikê te bikevin... 

    No! no! dotmam, heyranîya pismam, êdî bes e, hew bibe jina xelkê, bes bibe dêya nekurdnijad, vegere were himbêza pismamê xwe, paxila kurmamê xwe. 

    »Vegere« ev ne gotinek rast e. Em nikarin ji te re bibêjin »vegere«. Ji ber ko tu ne çûyî, me tu rêkirî. Me bi destên xwe tu hinartî mala xelkê. 

    Himbêza xwe veke ez ji te re têm. Min himbêz bike. Min wek mêr, pismam û her tiştê xwe maço bike. 

    Dotmam, min ji te re got ez pîr bûme. Lê pîrîyê ez hişyar kirim. 

    Buhar ciwanî ye, Zivistan pîrî. Zivistan piştî buharê têt. Di Zivistanê de Buharinen veşartî hene. 

    Herê dotmam were, xwe berde himbêza pismamê xwe. Ezê ji te re, ji Zivistana xwe a sar Buhareke germ çêkim. 

    Were dotmam, heyranîya pismam were, xwe di germîya dilê min ê ciwan û ciwanîya min a kevn de bigermîne. 

    Were dotmam were, ez stûna heyîna te a stiwar im, tu jî bibe rewşa jiyîna min a Rewşen.
  • 1. Emreden, zorlayan, cebreden.
    2. Kötülüğü emreden.

    Nefis, insanın benliği... İstek, irade, yani hayat gösteren yanımız. Onunla yaratıldık, Dünya'ya onunla geliriz. Yaşadıkça dünyaya bağlanır, aşık oluruz, nefsimiz güçlenir, güçlenir... Emmare'ye düşer.

    Nefs-i emmare, nefsin en ham, en sefil, alçak hali... Şehveti, açgözlülüğü, kibri sınırsız. Kötülüğü emreder ve bundan zevk alır çünkü ahlaklı davranmak başlı başına kendinden üstün bir güç olduğunu kabul etmek, boyunduruk altına girmektir. Oysa doğruyu ve yanlışı düşünmek istemez, sadece kendisini umursar.

    Nefs-i emmare,
    Canı o anda ne istiyorsa burnunun dikine onu izleyen,
    Durmadan bizi isteklerini karşılamaya zorlayan,
    Kendini hep haklı gören,
    Kimseye kıymet vermeyen,
    Çıkarı için acımadan başkalarını üzen,
    Kimsenin -ona hayat verenin bile- emrine itaat etmeyen,
    Birine kötülük ettiğinde ona "hakettiğini verdiğini",
    Birine iyilik yaptığında ona "bahşettiğini" söyleyen,
    Kendini tanrı sanan,
    Kendini tanrı yapmaya çalışırken,
    Bizi kölesi yapan nefistir.