Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur
Û ez jî dikeniyam;))))
Quling firiya. Ew bi qasî xwe û têra xwe firiya. Û paşê, ew li Evdal zîvirî û xwe li Evdal girt û hate li ser çoga wî venişt... Evdal dikeniya... Gulê dikeniya. Temo dikeniya... Xelk û şenî dikeniya... Herçî em in, ji me re ji hew gotin ma...
Sayfa 149Kitabı okudu
Bersiva Hoşeng
Hoşeng! Roniya çavê min, Pandiyê navê min, Hêviya min a pêşîn, Di nav pêrêyên jîn, Divêm çend peyvan li gel te bikim. Bê qirên û deng
Reklam
Salnameya Evînê (2)
jiyan carekê ye û evîn carekê Ma kî yê emrekî din bide me berfîn Kî yê bibe loqman ji birînên me re Ma ne em birîndarên heman kêrê ne zarokên heman çîrokê Ma ne em lehengên heman xewnê ne Bendewarên heman rojê Parsa evînê nabe berfîn
Muhbetê Mihnet • Melayê Cizîrî
Muhbetê mihnet di zor in Hub dibêm bêşek bela ye `Umr û jî xweş pê diborin Sotin û derd û cefa ye Sotin û derdê evînê `Illetê dax û birînê Xweş dibin ma ew bi dînê
Mewlîda Kurmancî • Melayê Bateyî
Hemdê bê hed bo Xudayê `alemîn Ew Xudayê da ye me dînê mubîn Em kirîne ummeta xeyr-ul beşer Tabi`ê wî muqtedayê namiwer Ew Xudayê malikê mulkê `ezîm Daye me mîrasa Qur`ana Kerîm
Şehîda Yekemîn • M. Zahir Kayan
Di dilê min de mirin, sawên reşqeratî xêz nedikir, bêro dimam carinan min şopa royê winda nedikir, li ser zimanê min çend peyvên gulîmifte û pisporê min bezîna berikên rêvekirbûn Di zarotiya xwe de ey kulma koletiyê, min tu helandî di nav şîrê dayika pîroz de Bi kenê xwe ê qerqaş min tu qewitandî li ser sormemikên têrbûnê Li ser lêvên jîneza min
Reklam
va bû me helbestkar li ber deriyê te ti demsal xwe li me negirin, ti çivîk li ser şaxê me lîs neyên ti serxweş û evdal strana ma venelorînin jî ev bîranînên me yên germ û dibişirin yên ku bi tenê em bi wan dizanin besî me ne…
avesta r.37Kitabı okudu
Welato ! Ji mêj ve pêşîyên me gotine: ( ku ba hat keviran bi dêrin ku ba nehat guh bidêrin ) Yê me kurdan jî tevî ku heyamê guhdêranê çûye -here û venegereheyamekî nû ji mere hatiya raxistin? û roj bûye roja Kurdîtîyê û rêka azadî û serxwebûnê bi rengekî berfireh ji mere hatiye raxistin em mêze dikin ku berpirsyarên me keviran bi ser hevde dibarînin fatîhan li ser canê hev dixwînin xwîna mirovên Kurd bi destên mirovên Kurd dirjînin… Ma ne bese ku ji ez ezetî û kesayetîya xwe dakevin wek birayan destên xwe bi hevdin biryarên hevpişk bi hevre derînin bi navê: _Parastina zimanê Kurdî ji zarokên Kurdan re… _Parastina zarokên Kurdan ji parsa di kolanên bajarê cîhanê de… _Parastina rewşenbîriya Kurdî ji talanê
Ev çi dem û dewrane xwe di bînim têde Dûrbûn û sirgûnî yê dibînim dirojan û rêde kul û xem li şûn kêf û şahîyan xwe didin hev û hin bi hin tên bi pêde wek rêwîyê rênenas
SÛREYÊ BEQERE
246. Ma te giregirên zaroyên îsraîliyan piştî Mûsa nedîtin ku çi kirin?! Dema wan ji pêxemberekî xwe re gotin: “Ji me re hukimdarekî bişîne (bila bibe mezinê me) da ku em di riya Xwedê de şer bikin.” Ji wan re got: “(Ez ditirsim ku) eger şer li ser we ferz bibe ku hûn dê şer nekin!” Gotin: “Wekî ku em ji welatê xwe hatine deranîn û ji zarokên xwe hatine dûrkirin, ma çi li me bûye ku em ê di riya Xwedê de şer nekin?” Lê çi dema şer li ser wan hate ferzkirin, ji kêm kesan pê ve, yên din pişta xwe dane wan û vegeriyan. Xwedê bi stemkaran dizane.*
Sayfa 29
Reklam
SÛREYÊ BEQERE
30. Wê dema Xwedayê te ji melayîketan re got: Birastî ez ê li ser erdê xelîfeyekî (ku yek têkeve şûna yê din) biafirînim (Melayîketan) got: “Ma Tu yê mexlûqên ku li erdê fesadiyê bikin û xwînê birêjin, biafirînî?” Hal ev e ku em hemdê te dikin û Te pak didêrin. (Xwedê) got: “Birastî ya ku hûn pê nizanin ez dizanim.”*
Sayfa 8
SÛREYÊ BEQERE
13. Dema ji wan re tê gotin: “ka çawa xelkê îman aniye hûn jî îmanê bînin.” Dibêjin: “Erê, ma çawa em ê mîna aqilsivikan îmanê bînin?” Nexêr; birastî aqilsivik her ew bi xwe ne, lê belê ew nizanin.
Sayfa 6
quds li biniyê ye em ji wir’re bêjin baskê selhedîn ma nabe bi êrîşa dawîn bila henekek din bipêçin ji me’r bi alaya sor kaf û yekûn bibe jî bajar nakeve bi înnafetehna ka henne yaser mir gerîlayên wî jî pê’r birra jî ji selhedîn hez nakin me pişt re dît sedûbîstûçarhezar car em xapiyan bi hênkahiya xapînok ya perwaneyan li ber dîwarê bedena xwe baskê selhedîn wek zêr dibiriqî xelkê wî qitûtî bi mirina eylo û teyrbazan bi bîna biharan bi servîsa xelkê dinya dikeve bajar nakeve di nûçeyên êvarê de lew manşet porrê delala min sor e em dibînin ew nabînin çiya diherikin û dikevin lê bajar nakeve emrê wan ê mayî danaynin ber deriyan wek somyayên kevn li pey me nayên kavil cî namîne ji nûçeyên nû bihar naqede bodromên tarî dibin para delalên porrsor nîveşevan lew flaş gul a sor bihn da dor rextê dengbêj bi pelên biharê bi dewîwîyek zerikokî xwe li pişta bajêr girêdide bi cuziya dawî bajar nakeve lê însan dikeve bi bayê perwaneyê hişyar e şair tevî gul û delala porsor dibêje ax sor e biratiya xelkê pirr zor e
Ey Av Û Av • Feqîyê Teyran
Ey av û av, ey av û av Ma tu bi `işq û muhbetê Mewc û pêlan tavêy belav Bê sekne û bê ra`hetê Bê ra`het û bê sekne yî  Yan `aşiqê baxwe xwe yî Yan şubhetê qelbê me yî
Beyta Dilî ( Dilo Rabe ) • Feqîyê Teyran
Dilo rabe dilo rabe, Veke çava, ku êvar e, Nezan û bes di xew da be, Bi newmê ra mebe yare.. Dil û şîrîn neke newmê, Ji nefsa xwe bike lewmê, Neçe nêzîka wê qewmê,
113 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.