Nivîskar û helbestvanekî Kurd e. Navê wî Selmanê Osmanê Evdo ye. Sala 1953 an li gundê Doda, nêzîkî Qamişlo çêbûye.
Di malbateke Kurdperwer, zimanhez û rewşenbîr de mezin bûye. Ji mêj ve hez ziman, folklor û toreya gelê xwe kiriye û wiha gelek berhem û gotarên wî di kovar û rojnameyên Kurdî yên mehane û rojane de hatine weşandin û gelek pirtûkên wî hatine çapkirin û bi serketin di her çar perçeyên Kurdistanê de hatiye naskirin. Sîh salên dawî de li Binxetê bi zimanê Kurdî nivîsandiye. Hê jî bi kar û barên xwe nivîsandina bi zimanê Kurdî berdewame.