Melayê Bateyî yek ji şairên me yên klasîk yê bi nav û deng e.
Kitêba wî ya meşhûr mewlûd e lewra ew di civatan de her hatiye xwendin. Hem jî di medreseyên kurdistanê de yek ji kitêbên rêzê bû.
Di serî de agahiyan di derheqê niviskar û pirtûkê de dide .û bi jêrenotan mirov pir jê sûd werdigire.
Ji aliyê şeklî ve bi awayê nezma mesnewîyê(cotqafiye) hatiye hûnandin. Mijarên di nav kitêbê de , hemdê xwedê,pesnê hz. Muhemmed, xêra xwendina mewlûdê, ji afirandina Adem û heta vegera helîmeyê bi bal mekeyê ji bo teslîm kirina pêxember li amîneyê behsê dike ,herî dawî jî munacat û dua ye.
Mewlûdê de hin peyvên erebî û farisî jî hene li gelemperî bi kurmancî hatiye nivisîn. Ji ber vê yekê dema meriv dixwîne jê fêhm dike. Herikbar e .hem bi tîpên latînî û hem jî bi tîpên erebî hatiye nivîsîn.
Dizanim ku me her û her guhdar dikir. Vê carê min xwest ku bixwînim . Min çêjekê bêhempa jê stand pir keyfxweş bûm :) îcar dora we ye bixwînin. :)