Ey gelî Kurdan!
Îttîfaqê de qewet, îttîhadê de heyat, di biratiyê de se’adet, hukûmetêde selamet heye.
Kapika îttîhadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin da weji belayê xelas ke. Qenc guhê xwe bidinê, ez ê tiştekî ji we ra bibêjim:Hûn bizanin ku sê cewherên me hene, hifza xwe ji me dixwazin.
Yek îslamiyet e ku hezar hezar xûna şehîdan, bihayê wê dane.
Ê diduya, insaniyet e ku lazim e em xwe nezera xelqê de, bi xizmeta eqlî,ciwamêranî û însaniyetî, xwe nîşanî dunê bidin.
Ê sisiyan, milliyeta me ye ku meziyetê da me; ê berê ku bi qenciyê xwe sax in, em bi karêxwe, bi hifza milliyeta xwe, ruhê wan qebra wan de şad bikin.