Gönderi

Çalakiya Xwendina Pirtûkên Kurdî | Kurdce Kitap Okuma Etkinliği
Silav hevalno. Me bi pêşniyara İlyas tunç û @hevidar56 biryara sazkirina "Çalakiya Xwendina Pirtûkên Kurdî" da. Di meha Nîsanê de, em ê pirtûkên Kurdî bixwînin, jêgirtinên Kurdî parve bikin û -bi kesên dixwazin- em ê pirtûkên Kurdî ji hevdû ra diyarî bikin. Ji kerema xwe beşdarî vê çalakiyê bibin û piştgiriyê bidin me. Bila ev çalakî ji bo kesên ku berê pirtûkên Kurdî nexwendine, bibe destpêkek. Bila beşdarvan şîrove bikin. (Hûn dikarin navê pirtûka ku hûn ê bixwînin an jî navên pirtûkên pêşniyarî binivîsin.) Kesên ku dixwazin pirtûkek diyarî bikin bila di şîroveyan da binivîsin û yên ku pirtûka wan a Kurdî tune bila ji wan ra peyam bişînin. Ez destpê dikim. Ez ê pirtûkek diyarî bikim. Ji kerema xwe parve bikin ku ji bo zêdetir kes bibînin.
Kurdî
··1 alıntı·
1.830 Gösterim
103 Yorum
Lütfen giriş yapınız.
Merheba ji we re. Ez vê platforme nikarim zêde bişopînim lê min tiştê hûn diki bikin eciband. Yê ku ji min pirtûk dixwaze bila navnîşana xwe bi min re bişine. Dem baş
Dibe ku ez di vê mehê de van pirtûkan bixwînim... Arjen Arî-Payîza Peyvê Ehmedê Xanî-Mem û Zîn Cegerxwîn-Salar û Mîdya Stephen Crane-Siwarên Reş Ji Piştan Behran Hatin Firat Ceweri-Girtî Selîm Temo-Sê Deng Erebê Şemo-Şivanê Kurmanca Dilbirîn Dilo- Lîza Bûbe Eser-Gardiyan Mustafa Aydoğan-Berê Gotin Hebû Perwiz Cihanî-Bilîcan
Sipas bira... Her hebî...
Ez ê jî pirtûka Dimdim û Gotinên Gunehkar bixwînim. Ji bo vê çalakîyê watedar û xweşik spasdarim. Çalakîya me pîroz be.
Sax bî bira, tu di nav xweşiyê de bî.
Berî her tiştî hevalên vê çalakîyê bikar tînin pîroz dikim.👏🌾 Ez ê jî pirtuka Ronî war Şahê Dengbêjan Evdalê Zeynikê û a Mehmed uzun Bîra Qederê bixwînim.
Ez ê Helîm Yûsiv - Mirî ranazin bixwînim. Û ez jî dixwazim pirtûkek dîyarî bikim. Kî dixwaze dikare ji min re peyam bişîne.:)
Serhevde
Gönderi Sahibi
👏🏼👏🏼