Kovareke nû, kovareke bi tevahî li ser çîrokê avabûye. Ew kesên ku bi xwendin an jî nivîsandina çîrokan dilxweş dibin teqez divê vê kovara cihêreng bişopînin. Ji bo kovargeriya Kurdî ez dibêm em ê navê vê kovarê gelekî bibihîsin di pêşerojê de. Taybetiya wê yî herî girîng, temamê nivîsên di navê de li ser çîrokê ne, li ser çîroka nûjen. Çîroknûsên mîna Bajar Mîrzeman, Burhan Tek, Mem Med, Mehmet Şarman bi çîrokên xwe an jî bi nivîsên xwe yên li ser çîrokê tevlî vê hejmarê bûne. Û gelek çîroknûsên Kurd yên ciwan cî ji xwe re di vê qadê de girtine di kovarê de. Ji bilî çîrokên Kurdî di vê hejmarê de em çîrokên Kafka, Hemingway, Maupassant, Borchert û Katrîne Mansfîld jî bi wergereke li gor min serkeftî bi Kurdî dixwînin. Ev jî ji bo xwînerên çîrokê bextewariyeke mezin e. Di encamê de dixwazim tiştekî bibêjim. Kovar bi çîroka Fuad Temo, bi çîroka Şewêş(Çîrok) dest pê dike. Çîroka Fuad Temo, Şewêş weke hûn jî dizanin yekem çîroka nûjen e ya ku bi Kurdî hatiye nivîsîn (ger em çîrokên Wezîrê Nadirî nehesibînin-bi ya min pirtûka wî ya bi navê Nûbar destpêka çîrokên nûjen e ji bo Kurdî- yekem çîroka nûjen helbet çîroka Şewêş e.) Taybetiyeke çîroka Fuad Temo jî ev e: Di dawiya çîroka Şewêş de her çiqas Temo gotibe dê dewama wê were jî mixabin dewama çîrokê nehatiye û çîrok neqediyaye ango nîvco maye. Îcar ez vê nîvcomayînê ji bo xwe û çîroknûsên Kurd yên ciwan weke derfetekê dibînim herwiha divê em çîroka Fuad Temo biqedînin. Ji ber ku ev hestên min î anha min vegot ji gava min ew çîrok xwendiye bi min re çêbûbû dema min kovar vekir û ez pêşî rastî çîroka Fuad Temo hatim hestiyariyeke ecêb bi min re çêbû.
Ez gelekî bextewar im ev kovar daxilî kovargeriya Kurdî bû. Rêya wê her vekirî be û xweşbext be.