"George, tu razayî?"
"Na. Çi dixwazî?"
"George, bila kêvrîşkên me bi rengên xwe ji hev cihê bin."
"Bê guman dê wisa bin," got George bi xilmaşî, "kêvrîşkên sor, şîn û kesk, Lennie. Milyonek kêvrîşk."
"Yên bi kurk George, wekî wanên ku min li bazara li Sacremetoyê dît."
"Bê guman, yên bi kurk."
"Çimkî aniha jî ez dikarim herim deverine dûr, George, herim û di şikeftekê de bijîm."
"Tu aniha dikarî herî dojehê jî," got George. "Huş be êdî."