Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

112 syf.
·
Puan vermedi
Li Ser Pirtûka Sofoklîs "Antîgone" Kurteşîroveyek
Emon: Tu tim dixwazî biaxivî û gava diaxivî jî guh nadî tu tiştî! Ev hevok ji devê Emon'ê bi rûmet, kurê Kreonê zilimkar derdikeve. Xwezî hemî kur li hember bavên zordest ewqasî wêrek bûna. Hemû dîktatorên dinyayê, zilimkarên dinyayê tim dixwazin biaxivin û dema diaxivin jî guh nadin tu kesî, tu tiştî! 2400 sal berê Sofoklîsê Yewnanî bi vê leyistika xwe li hember zorbaziyê, li hember dîktatoriyê derketiye. Ev şanoya qedîm du hezar û çarsed sal berê li hember zilm û zordariya dîktatoran derketiye lê digel ku 2400 sal derbasbûye em li welatekî wisa ne ku hîn jî em bi tirs û bêdeng rexneyên xwe dibêjin hin ji me jixwe ji tirsa qet nabêjin. 2400 sal e em bi paş ve diçin, hîn jî kesên faşîst û bêaqil, bêedeb, derewker, zilimkar, bêşerm û dizek bi hêsanî dikarin li ser serê me dîktatoriyê bikin, dikarin nehêlin ku şanoyên ne li gor dilê wan bên leyistin, dikarin heq û hiqûqê bi hêsanî binpê bikin, dikarin nanê sêwiyan bixwin, dikarin zimanê gelan qedexe bikin, dikarin kesên ku li xweşa wan neçin bi hêsanî têxin girtîgehan... 2400 sal berê welatekî bifikirin rexne û hûner di nav hev de dijîn û ev tişt wî welatî, wî gelî bi pêş dixe. Dîsa welatekî bifikirin ku her tişt hema her tişt derew e. Ji dîrokê bigrin heta biratiyê, ji ekonomiyê bigrin heta dîn her tişt di ritika derewan de genî bûye. Ez werim ser vê pirtûka xweşik û bi qîmet Dema min ev pirtûk xwend bivê nevê min lehengên Sofoklîs û hin kesên ku mixabin em di heman salê de dijîn berawirdkir. Keçeke ku dixwaze cendekê birayê xwe binax bike(Antîgonî), xwişka wê yî biçûk(Îsmînî), qralekî zilimkar(Kreon), zilamekî bi aqil û feraset û bi rûmet (lawê Kreon, Emon) û hwd. Helbet mijar mijareke ne ewqasî sosret û ecêb e. Binaxkirina birayekî ye ji aliyê xwişkeke wefadar û bi rûmet ve. Lê naverok û fikrên navê, hestên navê kiriye ku ev pirtûk 2400 sal ji piya bimîne. Dîktatorekî ku dengê tu kesî nabe xwe, di bin ezeziyekê de dipelişe heta ku hem kurê xwe hem jî jina xwe wenda dike. Aqûbeta hemî zordest û zilimkara yek e, tev di gûyê xwe de difetisin û wê bifetisin heta bi heta. Tahirxan Giravî Dixwazim perafeke taybet ji bo wergêrê vê kitêbê binivîsim. Kesên ku dibêjin Kurdiya me qels e, ne ewqasî baş e, em nikarin bixwînin ji bo van kesan weke durr û zêr e ev pirtûk lewra ji serî heta binî gelekî xweş tê fehmkirin. Zimanekî fesîh, hêsan û pir xweş e. Heta jê hatiye bi Kurdiyeke vekirî nivîsandiye mala wî hezar carî ava. Bixwînin teqez vê kitêbê bistînin û bixwînin. Gelekî gelekî xweş û gelekî herikbar e. Careke din dixwazim bibêjim mala we ava Weşanxaneya Avesta û Tahirxan Giravî.
Antigoni
AntigoniSophokles · Avesta Yayınları · 20214,691 okunma
··
890 görüntüleme
Miheme okurunun profil resmi
Wey dest û dilê te saxbe mamoste. Tu her hebî.
Rûbar Elî okurunun profil resmi
Pir spas, bi hezkirin🌸
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.