Dibêjin;
Rojek ji rojan, mirovekî kurmanc û yekî tirk ji hev re bûne rêheval. Dibêjin riya wan gelek dirêj bû. Dema ku dawiya ken û henekên wan hat, ê tirk di dilê xwe de got;
- Ez vî kurdî bixapînim ku, tinazên xwe pê bikim.
Ji ê kurd re got;
- Bira, wer em li hev siwar bin, kesê ku ji ê din siwar bûyî, bila stranekê bibêje, heta ku strana wî xilas bûye, bila ji ser pişta ê din be.
Ê kurd got;
- Bila.
Ê tirk got;
- Ewil ez.
Ê kurd pêşniyaza wî qebûl kir, ê tirk li pişta ê kurd siwar bû. stranên ku wî zanîbûn, hemû bi hev ve kirin û weke ku stranek be gotin, lê hê nîv saet jî neajot, dor hate ê kurd. Vê carê ew li
pişta ê tirk siwar bû, di dilê xwe de got;
- Evê nezan stranê çi zane.
Dest avête guhê xwe, got;
-Lê lê lê...
Saetekê bi tenê, "lê, lê, lê..." digot. Ê tirk gelek aciz bû û got;
- Xilas bû?
Ê kurd got;
Min niha dest bi stranê kir, ev lê lê ye. Hê lo lo maye.