Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

180 syf.
·
Puan vermedi
PİŞTÎ TARÎYÊ
Min lêkolîna vê pirtûkê bi Tirkî nivîsandibû lê axir dilê min rehet nebû min lêkolîna bi Tirkî rakir û min go ez ê bi zimanê dayîkê binivîsim. Min her dem welatên rojhilata dûr meraq dikir.( Çîn, Malezya, Japonya...) Lê bi taybetî jî min zehf welatên Çîn û Japonya meraq dikir. Meraqa min jî li ser çand û şewazên jîyana wan bû. Mirov li ser înstagram û YouTube filan rastî wan çand û şewazên wan welatan tê lê min dixwest ji pirtûkeke nivîskarê ku ji wan welatan derketibe hîn bivim. Nivîskarik hêja. Û carîna ez di 1k yê de rastî Harûkî Mûrakamî dibûm. Min Harûkî Mûrakamî tevda, gerîya kû ji welatê Japonya' yê ye û ez tê gihîştim ku nivîskarek hêjaye. Û min vê pirtûka bi navê Piştî Tarîyê di dikana pirtûkfiroşek destê duyemîn de dît, bi erzanî :) ( ê de Ka em çi bikin Xwedê nehelê wê rojê min go ez ê pirtûka Oğuz Atay ku bi navê Lîstikên Xeternak yanê Tehlikeli Oyunlar bixwînim ez çûm kirtasîyê hey bavooo!!! kû ev pirtûk bi 55 TL yî ye. Dilêmin şewitî wellehî, ji Xwedê ve gunehe. Yaw ji xwe li vê welatê Turkîyê de kes pirtûka naxwîne, ê kû dixwînin jî ev dewlet nahêle ku bixwînin. ) Werhasilê min serê we zehf êşand ez bi dest lêkolîna Pirtûkê bikim. Pirtûk wekî ku sernivîskê de jî tê fehm kirin, piştî tarîye bûyer dest pê dike û berdewam dike. Mirov di pirtûkê de hînî jîna Japonya yê şevê dibe. Jîna şevê weka kû li her welatî girînge li Japonyayê jî girînge. Ji xwe bûyerên pirtûkê bi temamî di şevê de derbas dibe û ber destê rojê pirtûk diqede. Di pirtûkê de behsa du heb xwîşka dike. Du heb xwîşk ku hezkirina wa di piçûkayî yê de maye. Edî hûn bixwînin hûn hîn bivin ku ê dîsa li ser wê hezkirinê, wê germîya xwîşkîtîya dîsa ê bicivin an na. Nivîskar zehfî caran qala hunermend û qala stranên wa dike û ev tişt jî xwendevanan aciz dike. Sohbetên beramber( rûbirû, karşılıklı) carîna xwendevanan aciz dike û carînan jî meraqa li ser pirtûkê çoş dike. Zimanê nivîskar gelek herikbare (akıcı) Lê zehf dikeve çingiloka( detay ). Li gor dilê min nivîskar nekeve çingiloka ê bêhtir herikbar bive zimanê wî. Û tiştê ez dizanim nivîskar dawî li pirtûkê xwe nayne. Dawî li vê pirtûkê jî ne anîye. Bi temamî pirtûk başê baş nîn bû lê îdare dikir. Peşnîyarî dikim.
Karanlıktan Sonra
Karanlıktan SonraHaruki Murakami · Doğan Kitap · 20174,149 okunma
··
1.274 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.