Ez ê di vê lêkolîna xu de pênç hev jêgiranê( alıntı) helbestên pirtûkê parve bikim û li ser van jêgiranê pênç hev helbesta biaxivim.
Wekî ku em tev Kurd birçîyê azadîyê, serxwebûnê û hesreta dewletkîne helbestvan û nivîskarê me jî birçîyê azadîye û dewletkîne.
Min kîjan pirtûka nivîskarê Kurd xwendibe, berî evînê, berî hezkirinê yanê berî her tiştî, di pirtûkê wan de mijarê herî balkeş hezkirina welat û li ser azadîya gele Kurd bû ye.
Occo Mahabad jî ramanê xû li ser vê mijarê bi van hevokan anîye ziman:
"Şîyar bin marên kor
Şîyar bin kulîlkên lal
Şîyar bin çiyayên kerr
Bibêjin welat ji her tiştî şîrîntir e
Bibêjin azadî ji her tiştî xweşiktir e
Bibêjin serxwebûn ji her tiştî pêwîstir e... "( Rûpel 67 )
Lê nizanim marên me kor, kulîlkên me lal û çîyayên me kerr ê şîyar bibin edî. Ê şîyar bibin û ev tarîtîya ku em têdane ê me derxînin yan jî ev tarîtiya reş ê li me bêtir reş bikin.
"Tê nagihîjin
Li welatê min
Bekoyê ewan pinpinîkên sor difiroşin
Kevokên spî dixeniqînin
Tê nagihîjin
Li welatê min
Mem çiqas ronahî ye
Ji bo Zînê.." ( rûpel 46 )
Hêvîya min ew e ku şîyar bibin û li welatê me her çiqas yê weka Bekoyê ewan hebin jî evînik weka Mem û Zînê jî, nav welatê me derketîye û vê ronahîyê bivînin li gorî wê hereket bikin.
Girî!!! Girî çîye? Kî ji boy kî/kê, ji boy çi digirî? Yên ku digrîn encax bi girîyê xû bizanibin, ku li ser çi digirîn. Lê tişt ku ez dizanim gava ku mirov digirî rehet dibe. Û wekî ku Occo Mahabad jî dibêje;
"Ji kesên ku digirîn re
Bila hûrmete we hebe
Ji ber ku
Girînên her kesî giranbiha ye
Girînên her kesî taybet e" ( rûpel 18 )
Êş û birînên her kesî heye çi piçûk çi jî mezin. Lê li gorî wa giranbihaye ew girî. Divê mirov hûrmetê bide wa û mirov girîya wa piçûk nebîne.
Occo mahabad berî her tiştî li gor dilê min helbestvanê evînê ye. Di pirtûkên wî de mijara herî balkeş li ser evînê ye.
KESEK
"Divê kesek hebe
Qedr û qîmeta evînê bizanibe
Divê kesek hebe
Li destên hesretkişandî xwedî derkeve
Divê kesek hebe
Çavên girî hembêz bike
Divê kesek hebe
Ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî
Hestên mezin xerç neke
Divê kesek hebe
Bi her tiştên xwe heta mirinê hez bike
Divê kesek hebe" ( rûpel 30 )
Û bi van hevokên ku bi navê helbesta wî "Kesek" de derbas dibe, wî/wê "Kesî" zehf xweş daxuyan ( îfade ) kirîye. "Kes" ên wisa kêm in. Û tiştê kêm çawa ku qîmetdar bê ew "kes" jî gelek qîmetdare. Nizanim edî Occo Mahabad jî "kesek" wisa dît an nedît? :)
Dem mefhûmek ( kavram ) zehf û zehf girînge. Tenê ez dikarim bibêjim girînge. Ne hewceye tiştekî din bibêjim. Occo Mahabad bi helbesta xu bi navê " Dem ", li ser mijara dem ê jî helbest nivîsandîye û zehf xweş îfade kirîye.
DEM
"Paşê min fêm kir ku
Jiyan didome
Êş bidome jî hêdî hêdî sivik dibe
Û hûn wekî her tiştî diguherin
Êş diguhere
Birîn diguhere
Dem diguhere..
Dem derbas dibe
Hinek êş kûr dibin
Dem derbas dibe
Hinek birîn baş dibin
Lê ya rast
Tukes nizane
Dem çi tîne û çi dibe
Tukes nizane
Dê çi nîşanî we bide..." ( rûpel 12 )
Mirov nizane ê dem çi nîşanê me bidê lê tişte herî girîng ew e ku dilê kesî ji mirov nesekine.
Zimanê pirtûkê gelek gelek hêsane. Zehf xweş tê xwendin. Çend helbest ne tê da helbestên pirtûkê li gor min piçek qels bûn. Û helbestvan Occo Mahabad jî ji bajarê Wan ê ye. Di sala 1977 an de hatîye dinê.
Bi hêvîya rojên geş, azad û kêfxweş...