Ez ê di vê lêkolîna xu de pênç hev jêgiranê( alıntı) helbestên pirtûkê parve bikim û li ser van jêgiranê pênç hev helbesta biaxivim.
Wekî ku em tev Kurd birçîyê azadîyê, serxwebûnê û hesreta dewletkîne helbestvan û nivîskarê me jî birçîyê azadîye û dewletkîne.
Min kîjan pirtûka nivîskarê Kurd xwendibe, berî evînê, berî hezkirinê yanê berî her tiştî, di pirtûkê wan de mijarê herî balkeş hezkirina welat û li ser azadîya gele Kurd bû ye.
Occo Mahabad jî ramanê xû li ser vê mijarê bi van hevokan anîye ziman:
"Şîyar bin marên kor
Şîyar bin kulîlkên lal
Şîyar bin çiyayên kerr
Bibêjin welat ji her tiştî şîrîntir e
Bibêjin azadî ji her tiştî xweşiktir e
Bibêjin serxwebûn ji her tiştî pêwîstir e... "( Rûpel 67 )
Lê nizanim marên me kor, kulîlkên me lal û çîyayên me kerr ê şîyar bibin edî. Ê şîyar bibin û ev tarîtîya ku em têdane ê me derxînin yan jî ev tarîtiya reş ê li me bêtir reş bikin.
"Tê nagihîjin
Li welatê min
Bekoyê ewan pinpinîkên sor difiroşin
Kevokên spî dixeniqînin
Tê nagihîjin
Li welatê min
Mem çiqas ronahî ye
Ji bo Zînê.." ( rûpel 46 )
Hêvîya min ew e ku şîyar bibin û li welatê me her çiqas yê weka Bekoyê ewan hebin jî evînik weka Mem û Zînê jî, nav welatê me derketîye û vê ronahîyê bivînin li gorî wê hereket bikin.