Gönderi

Bila êdî ol li ser kaxezan bi mentiq û belgeyan cidalê bikin, ne bi daberizina lehengê meydanan. Bila milet bi herf û zimanan şeran li dar bixin, ne bi şûr û riman. Xwedê heq e û heq ne bi hewceyî rijandina xwîna bêgunehekî ye ku em binasin ew heq e... Mirov ji bo ku bigihîje armanceke xwe, kirasê neheqîye li heqiyê dike dema ku giyanê ademiyekî jê distîne. Xwedê ronahî ye, ronahî jî tarîtiyê tarûmar dike ku hiltê... Jan Dost
Kurdî
··
2.386 Gösterim
2 Yorum
Lütfen giriş yapınız.
1000Kurdî
Gönderi Sahibi
Silav https://1000kitap.com/hewreman Rexneyên te hêja û baldar in. Haya me ji vê mijarê heye. Berî niha du mehan jî wêneya profîla me ji bêyî me rakirin. Û gotin ku 'mafê we nîne ku hûn wêneyek wisa danîn li ser profîla xwe'. Acizî mixabin li hinek kesan xuya ye. Bila bi hezaran pirtûkan bixwînin jî lê li hinek kesan tu tişt nayê guherîn. Mejî her eynî mejî ye. Bêguman ev mejiyên wiha me ji zimanê me û daxwaza me qut nake û jê dûr nahêle. Em ê li ser xatirê xwendavan û kurdîhezên wekî we "em ê serlêdana daxwaza pirtûkvaniya li vir, bikin." Dema ku daxwaza me bê qebûlkirin êdî daxwaziyên xwe ji rûpela me re bişînin bi rêya peyaman. Em ê li ser çavan daxwazên we bînin li cih. Heke ku daxwazên we hebe hûn dikarin dîsa bi şîrove û peyaman me agahdar bikin. Sipas û dembaş.