Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

72 syf.
·
Puan vermedi
Danasîna Pirtûka Fahrî Ayhan ya bi navê "Bêhna Sêvê"
Helbet ji navê pirtûkê jî diyar e ku çîrokeke Helepçê tê de heye lê ezê ne li ser çîroka Helepçe binivîsim. Çîrokên vê pirtûkê digel ku di sala 2012'an de hatine nivîsîn jî bi min di warê nûjeniyê de gelekî serkeftî hatin. Nivîskar diyar e li ser çîrokan serê xwe êşandiye. Ne tenê xwestiye çîrok binivîse xwestiye çîrokên xwe bixemilîne û wan bi awayekî xurt di mêjiyê xwendevan de bi cî bike. Hevokên xurt, bûyerên nêzî jiyanê û vegotineke samîmî heye di çîrokan de. Di van salên dawî de gelek pirtûkên çîrokan derketin ya rastî digel ku ez nivîskaran û edebiyata Kurdî mafdar jî dibînim ez bi xwendina gelekan pir aciz bûm lewra mixabin zehfê wan ji rêzê bûn û di hûnandina wan de pirsgirêkên gelekî mezin hebûn. Ez ne rexnevanekî gelekî jêhatî me û serkeftî me lêbelê dikarim bibêjim gelek nivîskarên sereke, yên her çiqas kêm be jî di ekranan de derdikevin pêşiya me dema min pirtûkên wan dixwendin xeyalên min bi serî li zinaran diketin û di dawiya pirtûkan de ez hem ji nivîskar hem ji xwe û herî zehf jî ji weşanxaneyan aciz dibûm. Helbet berevajiya van hestên ne baş hestên xweş û bi hêvî jî bi min re çêdibûn carinan. Weke min li jor got ez ne rexnegirekî têr û tije me di warê Kurdî de û ev tenê fikrên takekesî ne bila ev baş bê zanîn ji bo kes xeberan ji min re nebêje. Helbet min çîroknûsê weke Mehmet Dîcle, Bextiyar Elî, Lokman Ayebe, Mehmet Şarman... jî naskir û hêvîyên min gelekî gelekî bilind bûn. Îcar ez werim ser meseleya xwe digel ku ev pirtûk deh sal berê hatiye nivîsîn jî ji gelek pirtûkên ku îsal çapbûne serkeftîtir û nûjentir bû ji her hêlê ve. Ya rastî min ji xwe re di dilê xwe de got ger deh sal berê çîrokên wî wisa bin (bila hêviyên pir mezin li cem we çênebin li gor dema xwe -bi min- serkeftî bûn) niha ciwamêr çîrokên gelekî xweş nivîsandiye! Lêbelê mixabin min dît ku nivîskar berê xwe daye zimanê Tirkî û di wê qadê de dewam dike. Bila çewt neyê fehmkirin ez ne ku ji bo bi Tirkî dinivîse aciz bûm ez ji bo digel ku bi Kurdî xweş dinivîsî dest ji Kurdî berdaye aciz bûm. Ez bi nivîskar re ketim têkiliyê û min sedema destjêberdana wî jê pirsî her çiqas bersiveke têr û tije min ne sitendibe jî dîsa jî ez bi hêvî me lewra dê hem Fahrî Ayhan hem jî nivîskarên cihêreng dê derkevin pêşiya me di edebiyata Kurdî de.
Bêhna Sêvê
Bêhna SêvêFahri Ayhan · Nubihar Yayınları · 201218 okunma
·
288 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.