Helbestên Cegerxwîn hêdî hêdî ji hucrik û medreseyên feqeh û
melayan derket, li nav xwendevanên xwendegehan, li nav gencên nûhatî, li nav sazbend û mitribên Kurdistanê belav bû. Di “mîtingên rojhilat” de dehol û zirne li pêşiya karwanê welatparêzan ku ji Qers, Agirî, ji Cizîr û Hekarê, ji Dêrsim û Rihayê hatî, meqamê:
Welatê Kurda tev xêr û bêr e
Hemî maden e, tev zîv û zêr e
Lê çi bikim îro maye ji xelkê re.
lêdixistin.