Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Esman xûz bûye bi ser gêlî ve Bihêle Bihêle bila hevrîşim birize li sivdera payîzê Bila baxçe binale bi dengê şalûlan Êdî derîyek im ku venabim bi ti derê ve Kes dimirin ji bo kesan Lê kes namire di şûna kesî de Dimeşe aso bêyî zîzînîya ber destê sibehê Dibihîzim lingên zarokan, tewla hespên kumêt Olana bajarên bilind direqise li binê zinaran Li jûrên nîvtarî axîna keçbûkên çilkezî Dipengize bahoz ji neynikên şikestî Bihêle ez Bibînim tayên spî li ser rehên spîndaran Tilîyên min berde ku li dora min digerin Pêl didin pistepistên xeyalan Li şûna ramûsanên te xwîna reş û zuha Vedikişe ji germilkên min sîya nûbeharan Bihêle da bibînim kîjan sîng a min e Lêvên min kîjan in ku te gez dikirin di stara şevê de Xewa maran peşkilî, borreborra pezkovîyan Sênc xeyidîn, koremişkan bar kirin çûn Stêrk dibiriqin weke hewarekê Ên ku dimirin zêdetir dimirin Qîrînî dihejîne zimanokê wan De bihêle bila rihan bişemire li ber şibakê Nîne êşeke ku weke mertalan zeng bide Gava zarokatî bibe aveke şîlo li pey payîzê Navê min bikole li şûna çonga min a şikestî Dengê min li welatekî bigerîne ku bivejim Bihêle bivejim piştî xortanîyeke tehmsar Bila hêjîrek bilind bibe ji binê tehtekê Em û berf in yan berf û em in nizanim Ev tilî yên kê ne, ev porê kê ye nizanim Lê ev sîng a min e bê tebat û çav dibezin ji nav serî Dengekî ku ne weke dengan e, orînî ye, borreborr e, zêmar e Li dor e, li nav e, li jor e yan paldayî ye weke quntaran Min nîne starek ku aş bikim bijangên xwe Bihêle bila pepûkek bixwîne bi rengê kavilan Êdî wext hat ku dilê min biperpisîne Ku ronahiya min kor ke, nêrgîzan biqurifîne Ku li asoyekê ji bîr bike dilê ciwaniya çîyayan Bi xatirê te ey evîn, ey sorgeweziya gulekê Bûka dayîkên êşoyî, bavên jiderbketî Bihêle, bila stêrk ji esmên Bihele ez neçim, Destê min berde Ku ew ne destê min e!
Selîm Temo
Selîm Temo
youtu.be/kLpzjW7eaqc
··
235 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.