Esman xûz bûye bi ser gêlî ve
Bihêle
Bihêle bila hevrîşim birize li sivdera payîzê
Bila baxçe binale bi dengê şalûlan
Êdî derîyek im ku venabim bi ti derê ve
Kes dimirin ji bo kesan
Lê kes namire di şûna kesî de
Dimeşe aso bêyî zîzînîya ber destê sibehê
Dibihîzim lingên zarokan, tewla hespên kumêt
Olana bajarên bilind direqise li binê zinaran
Li