Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

112 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
XEMZÊM CEWRIKA MAKEZIMANÊ YE
   Xwiner di xemê de dixeniqe. Lê dilopek hêsîr di çavê wê de nayê. Bê acîtayson û bê hêsîr çawa ev xem hatiye hûnandin. Mirov şaş û metel dimîne.     Pirtûk bi her alî va serkeftî ye. Pêşgotina Ülkü Bîngol bigre, destnîşana Bîngol a helbestkarê Danîmarkî Peter Laugesenê ku nêrîna wê a ser helbesta, heta gotina Ahmedê Xanî ku ser ziman gotiye. Kesî ne dîtî ê bêje hemû cîhan ji bo vê berhemê xebitî ye.    Tûrikê nivîskar tûjîyê. Xem tîr, şîn giran, zargotin dewlemend,ziman kûr e. Her hevok mirov kaşî kûrahî ya makezimanê dike. Û hema bije her helbestê da zargotina Serhedê heye. Qewl, çîrok heta meselok jî hene. Bi bizavek nû, bizava dengbêjesk û teknîka nûvenivîsê va xwîner kaşî behra xemê dike. Xema gelê xwe bi awayê gelê xwe bi sewta dengbeja aniye ziman. Tu bê qey xeman gazî hev kiriye. Hîn yekî dixwînî ( hişê te ji wî tûjî ye.) eke din tê.    Dengê zengila ku dihat guhê Delalo(79). Tê guhê xwiner jî. Û dengê axê jî  (" Ax: ez, peçeka zarran, ez xaliya li ser rûyê Zîlanê, Bira xwîna Kurmanc li min heram be. (95)") Û zülm êdî qiriqê hevraztir dibe û xwiner jî berê xwe dide asîman û dibêje "Xwedawo gelo li esmîn têra zaran tirb hene?" (87)    Pênase jî ji makezimanê ne ( "Mîtanî qîza pêş xwînê hatibe. Mîna qelendê berdilxwîn. ( 77)") Nifirê ku hatî kirin jî( "Kirasê we kirasê meran be. Taştêya we goştê miriyan be. (16)") Helbesta Sîha Xençerê.(r. 41).. va. Nivîskar dîsa meseloga navgundî bi makezimanê û nûvenivîs ê  hûnandiye. "Goristana Winda"(88) va pey jinê ku merzelê mêr, bav û kurê xwe digerinî yî . Mezelê ku mirî yê wî xeyidîne.    Tu bê qey çavkaniya xemê ev dere an jî xem li vir dizê.
Xemzêm
Xemzêm
A.Bedir
A.Bedir
Xemzêm
XemzêmA.Bedir · J&J Yayınları · 20163 okunma
·
192 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.