Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

·
Puan vermedi
Mixabin ez dinêrim zêdetir em pirtûkê bi zimanê Tirkî dixwînin. Serî de ez jî bipêşbiryar bûm, lê zimanê pirtûkê gelek hêsan e. Wek ava Dicle û Firat zelal, dest bi pirtûkê dike berdewama wî tê. Em Tirkî bixwînin em eybek mezin li hember Mehmed Uzun dikin rastî. Pirtûkê de yazdeh beş heye lê bi min dû hebe. Yek qala gelek tişta dike;behsa dîrok Amedê bigire , Şex Seîd, rewşa Kurd û Ermenî ya, hin caran de şermezarî yê dike gelê xwe. Ya din di girtîgeha Amedê de diborî. Navê wî çima "Tu" ye? Pirtûk herî zêde pirtûkek piskolojî yê ye. Jîyana serlehenga( qehremanê pirtûke) di zindana Amede de çawa borî ye, çawa karîye ber xwe bide. Serleheng bi tenêtîyê de bûye du kes. Ew û ew... Wek zarokên piçûk bixwe re leyistika dilîst... Ew ê min bi got a bû du kes. Ew û sî ya xwe. Lê nabe, di tarîtiyê de sî jî tune. Tenê ew û ew e. Hin caran ji xwe re hevala afirand. Ew û tu(kezê) . Behsa bîranîna xwe dikir. Piskolojî ya girtîyek... Li ber zilma xwînxwara bi niyeta zelal hatîye nivîsandin. Di çîksayîya şevên Dîyarbekirê de Ji zindanên xwe li Heyv û stêrkên me binêrin Ew, yarê me yên hezar salan Dostên me yên zindanan in.
Tu
TuMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20204,092 okunma
··
1.707 görüntüleme
Bu yorum görüntülenemiyor
Miheme okurunun profil resmi
Min mixabin wexta pirtûka mehmed uzun dixwend. Ez zêde bi kurdî Ra ne ewqas li hev hatîbûm yanê min wê fêmê nedikir ku pirtûka mehmed uzun bi kurdî neyê xwendin ku zehf şerm e. Lê wellehî zehf raste pirtûkên mehmed uzun Kurd ku bi kurdî nexwînin şerm a li ser şermê yê. Min pirtûkê wî hema bêje tevî bi Tirkî xwend lê ji boy ku ez wê şermê li ser xwe rakim, înşellah ez ê pirtûkê wî tevî dîsa bi Kurdî bixwînim. Pirtûka Tû de jî her dû beş jî xweş bûn, lê beş a ku bi kêzikê ra xeber dida gelek gelek xweş bû. Lêkolînek û şîrovên xweş bûn. Dest û dilê te saxbe.
Bîyan okurunun profil resmi
Gelek xweş dibe bi zimanê kurdî jî bixwînin, we pîroz dikim. Spasdarim:)) Şev ji we re bi mîne nav xweşiyê de.
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.