Îro Kurd, qederê 40 milyonan in. Navê niştimana wan Kurdistan e, an ku "welatê Kurdan". Kurdistan ne navê welatekî an jî dewletekê ye, lê belê erdek e ku di sedsala 20an de bi darê zorê hatiye perçe kirin di navbera pênc dewletan de. Îro, kurd mezintirîn netewa xwedanwelat a bêdewlete li ser rûyê erdê.