Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Dirok u Kultura Wan

Kurd

Jemal Nebez
9/10
2 Kişi
7
Okunma
5
Beğeni
434
Görüntülenme
Kitêba Jemal Nebez ‘Kurd Dirok û Kultura Wan’ bi kurdî di nav weşanên Avesta de derket Lêkolînên bi kurdî zêde dibin Weşanên Avesta bi mebesta ku kultur û zimanê kurdî ji sînor û çarçoveya folklor û edebiyatê derkeve, kurdî bibe zimanê jiyana modern, wergera lêkolînan ji zimanê orijînal bo kurdî didomîne. Piştî ‘Şerefname’, ‘Dîroka Kurd û Kurdistanê’, ‘40 Sal Xebat di Riya Azadiyê de’, ‘Kurd û Kurdistan’, ‘Êzdiyatî’ û hin kitêbên bîranînan, vê carê jî di seriyala ‘Kurdolojî’ de kitêba alimê nasraw ê Başûrê Kurdistanê Jemal Nebez a li ser dîrok, kultur û zimanê kurdî, bi navê ‘Kurd Dîrok û Kultura Wan’ derket. Kitêb ji aliyê Ergîn Opengîn ve ji ingilîzî bo kurdî hatiye wergerandin. H.Mohemed Elî, serokê Civata Kurd li Berlînê, di pêşgotina kitêbê de wiha dibêje: ‘Jemal Nebez di vê kitêbê de li ser gelek mijar û babetên cihê disekine, bo nimûne, dîrok û mîtolojiya kurdan a kevin a berî xirîstiyaniyê, bilindî û kûratiya kulturî ya kurdan li jêr sî û sîbera gelek êrîşên xelkên biyanî li seranserê Kurdistanê, cihêrengiya dînên li Kurdistanê, ligel bal û girîngiyeke taybet li ser sînkretîzmê, wekî taybetmendiya herî beloq a kultura kurdan a dînî; û nasandina sînkretîzmê, wekî fênomeneke bi tewawî cuda ji dînên têkel. ‘Nebez analîzeke hurd û deqîq a etîmolojîk û etnografîk a gelek şahidên dîroka kurdan pêşkêş dike: ‘Peyv, têrm, tişte û her çi zuhûr û xuyabûna jiyana civakî ya berê’, ku bi sedsalan e wekî ‘ne-kurdî’ hatine dêran ji aliyê wan kesan ve ku Kurdistan dagîr kirine, û bi bêfikirî wesa hatine qebûlkirin ji aliyê kurdên ku şik nedibirinê û rexne lê nedigirtin. ‘Ev yek aşkera dike ku Dr. Nebez ne dîroknasekî asayî û jirêzê ye, berevajî, wî bi xwe dîrok çêkiriye lew yekî wesa ye ku rexneya kulturî û prensîbên sosyal û felsefîk digihîne hev û şêwe dide wan.
Yazar:
Jemal Nebez
Jemal Nebez
Tahmini Okuma Süresi: 2 sa. 38 dk.Sayfa Sayısı: 93Basım Tarihi: Mayıs 2007Yayınevi: Avesta Yayınları
ISBN: 9789944382366Ülke: TürkiyeDil: KürtçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
Henüz kayıt yok
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.