Di ramana êzdiyan de, Xwedê salê carekê, biharê, sera cime'eta wan dide. Serdana Xwedê li cejna wan a sala nû 'Sersal'ê rast tê ku ev cejn tim di Çarşembeya ewil a Nîsanê de tê pîrozkirin.
Bi îhtimaleke mezin peyva ' tawûs' ji zimanê yewnanî hatiye dariştin û elaqe bi peyva Zeûs û Theos heye ku wateya Xweda îma dike. Hevaheng, Tawûsê Melek, Meleka Xwedê ye. Û Ezdî bi xwe jî Tawûsê Melek wiha qebûl dikin û wiha dihebînin.
Di dema pêş-îslamî de dîn û baweriyên navborî hebûn li Kurdistanê: Mîtrayî an jî baweriya rojê, bûdayî, mazdayî û manîtî, cihûyî û xirîstiyanî, di hengava gihiştina îslamê de yên herî ber belav mazdayî û manîtî bûn.
Îro Kurd, qederê 40 milyonan in. Navê niştimana wan Kurdistan e, an ku "welatê Kurdan". Kurdistan ne navê welatekî an jî dewletekê ye, lê belê erdek e ku di sedsala 20an de bi darê zorê hatiye perçe kirin di navbera pênc dewletan de. Îro, kurd mezintirîn netewa xwedanwelat a bêdewlete li ser rûyê erdê.
Bêguman Kurdistan û Kurd li heremê peyda bûn. Ne ku ew ji valahiyê xuya kirin. Lê belê dewletên ku îro Kurdistan parçe kirine ku wekî politîka wisa muamele li Kurd û Kurdistanê dikin heçku ew valahiyekin, û di eslê xwe de ew ji tu derê peyda bûne. Ew dewlet ji tuneyîyê rabûn ku ew jî vê dawiyê, piştî Şerê Yekem ê Cîhanê. Ew dewletên çêkirî ne, li gel sînorên xwe yê çêkirî, ku tenê bi saya hêza zordestiyê ligel terora dewletê dikarin hebin. Heçî Kurdistan e, ew bi hezar salan e asayiyane mezin dibe, digihe. Kurd, her li wir jiyane û 40 milyon hêj jî dijîn
Îslam di sedsala 7 an de piştî Îsa hate vê heremê, û piştî şeş sedsalan bi ser vê de, yanî di sedsala 13 an de bi durustî, rûdaneke din a girîng çêbû li wir: Dagirkirina Moxol- Tirkan ku li sertaserê Kurdistanê heta Bexdayê pêkhat. Dema dagirkerên Moxol-Tirk hatin tev de îslam qebûl kirin, û - tiştê pir girîng- wan zimanên erebî û farisî ji bo ragihandina rêveberî û dînî qebûl kirin.