Îslam di sedsala 7 an de piştî Îsa hate vê heremê, û piştî şeş sedsalan bi ser vê de, yanî di sedsala 13 an de bi durustî, rûdaneke din a girîng çêbû li wir: Dagirkirina Moxol- Tirkan ku li sertaserê Kurdistanê heta Bexdayê pêkhat. Dema dagirkerên Moxol-Tirk hatin tev de îslam qebûl kirin, û - tiştê pir girîng- wan zimanên erebî û farisî ji bo ragihandina rêveberî û dînî qebûl kirin.