Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

96 syf.
·
Puan vermedi
Pilingekî li hewselê
Ji mêj ve ye min dil hebû ez pirtûkeke Lokman Ayebe bixwînim. Mixabin ji tiraliya min heta anha taloq bû xwendina wî. Ezê hinekî qala ziman û wêjeya Ayebe bikim tiştê ji destê min hat. "Pilingekî Li Hewselê" Berî her tiştî temamê hevokên wî navên taybet jî tê de bi tîpên biçûk hatine nivîsandin sedem çi ye nizanim lê bi rastî ewqasî jî ne girîng e ji bo min ev tişt. Zimanê Ayebe zimanekî fesîh e û herikbar e. Hevokên wî mirov aciz nakin û herwiha ji jiyana rojane pekiyane. Çîrok berî ku mirov aciz bikin diqedin ango dirêjahiyeke bereday tune ye. Ev tişt ez dibêm bi sedsala me ve jî girêdayî ye herwiha Ayebe di axaftina xwe de jî tîne ziman dibêje, êdî wextê tu kesî ewqasî tune ye ku bi saetan li ser xwendina pirtûkekê bisekinin ji ber vê yekê ji şayesandinan heya tu bêjî reviyaye lê gelo ev tevgereke rast e an na? Li gor min divê hindik be jî rihê wêjeyê bi rêya şayesandinan(şayesandinên vê qirnê êdî kin in û bêtir helbestî ne ango ne ferz e ku dirêj bin lê divê hebin) bêtir dibişkive û xweşiktir dibe. Çîrokên bê şayesandinên edebî ango çîrokên ku bi hemî hêlan ve xwe li "bûyer"ê girtine divê kelecaneke pir xurt tê de hebe ku bala xwendevan tu carî belawela nebe. Nexwe an dê pir ji rêzê be an jî dê çîrok xwendevan aciz bike û herwiha dê di serê xwendevan de fikrê, "Ez jî karim wisa binivîsim." çêbibe. Helbet Ayebe bi awayekî xurt çîrokên xwe heta dawî bi min da xwendin û bi ya min gelekî serkeftî bû jî. Lê dîsa jî ez li hostetiya ziman geriyam di çîrokan de lewra ji çîrokan diyar bû ku nivîskar ne nivîskarekî ji rêzê ye. Çîrokên wî pir naskirî tên ji mirov re herwiha dema mirov dixwîne bêhemdê mirov hin kesayetên di jiyana mirov de tên ber çavê mirov. Jiyane rojane ya Kurdan gelekî xweş aniye ziman û diyar e çavdêrekî têra xwe xurt e. Ez dixwazim hinek qala çîroka ku navê xwe daye pirtûkê bikim. Çîrokeke bi min balkêş bû lewra weke min li jor jî got di çîrokan de hinekî qala dîroka herêmê û gel jî tê kirin. Ji ber ku ez hay ji wan agahiyên çîrokê tune bûm çîrok bêtir li xweşa min çû. Çîrok pir xweş herikî û bi min gelekî serkeftî bû. Di encamê de dixwazim bibêjim ku di pirtûkê de biwêj û gotinên pêşiyan yên ku êdî pir pir kêm tên bikaranîn pir bûn û mala wî hezar carî ava. Yekem car e ez dibînim biwêj û gotinên pêşiyan di pirtûkekê de ewqasî serkeftî hatine bikaranîn. Pir li xweşa min çû ku ez di pirtûkeke ji hêla vegotin, şêwe û teknîkê de têra xwe nûjen de rastî wan gotinên herêmî, biwêj û gotinên pêşiyan hatim ku bi awayekî pir serkeftî di nav hev de hatibû hûnandin.
Pilingekî li hewselê
Pilingekî li hewselêLokman Ayebe · Avesta Yayınları · 202116 okunma
··
546 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.