" Û herweha... çawa ku di daxwazên mêrekî sermest de cudayiya jineke helal û heram namîne, di bawermendiyê de jî ji bo min ferqa olan nema. A rastî di baweriya min de ol nema. Bi gotineke din, ji bilî golikan êdî tiştek li ber min nema. Diçûm ber golikan. Hêvîya min golik, bawerîya min golik, pêxemberê min golik û Xwedayê min golik..."