Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Ez ji Mesîh şikiyam, ji Xwedê sar bûm. Serwext bûm ku xêra wan tuneye, wekî din jî cîhekî bi navê dojehê tuneye, serwext bûm ku dojeh tenê rewşek e, weke wê rewşa li pişt dêra Ezîz Gevorg... li wir meriv banî Xwedê nake û meriv daxwaza dilovaniyê jê nake... li wir, li dojehê meriv ji Xwedê nefret dike ku wî çima însan û ji însanan jî zalim afirandine. û herweha... çawa ku di daxwazên mêrekî sermest de cudayiya jineke helal û heram namîne, di bawermendiyê de jî ji bo min ferqa olan nema. A rastî di baweriya min de ol nema. Bi gotineke din, ji bilî golikan êdî tiştek li ber min nema. Diçûm ber golikan. Hêviya min golik, baweriya min golik, pêxemberê min golik û Xwedayê min golik...
·
250 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.