Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

"Şîretên Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî
Ey gelî Kurdan!    Îttîfaqê de qewet, îttîhadê de heyat, di biratiyê de se’adet, hukûmetêde selamet heye.    Kapika îttîhadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin da we ji belayê xelas ke. Qenc guhê xwe bidinê, ez ê tiştekî ji we ra bibêjim: Hûn bizanin ku sê cewherên me hene, hifza xwe ji me dixwazin.    Yek îslamiyet e ku hezar hezar xûna şehîdan, bihayê wê dane.    Ê diduya, insaniyet e ku lazim e em xwe nezera xelqê de, bi xizmeta eqlî, ciwamêranî û însaniyetî, xwe nîşanî dunê bidin.    Ê sisiyan, milliyeta me ye ku meziyetê da me; ê berê ku bi qenciyê xwe sax in, em bi karê xwe, bi hifza milliyeta xwe, ruhê wan qebra wan de şad bikin. Piştî wê, sê dijminê me hene, me xerab dikin:    Yek feqîrtî ye. Çil hezar hemalê Stenbolê, delîlê wê ye.    Ê duduyan, cehalet û bêxwendinî ye ku hezar ji me da, yek “qezete" nikarin bixwînin, delîla wê ye.    Ê sisiyan, dujminî û îxtîlaf e ku ev edawet, qeweta me wunda dike. Mejî musteheqî terbiyeyê dike û hukûmetê jî ji bêînsafiya xwe, zulim li me dikir.    Ku we ev seh kir, bizanin çara me ew e ku em sê şûrên elmas bidest xwe bigrin; ta ku em her sê cewherên xwe ji dest xwe nekin, hersê dijminê xwe ji ser xwe rakin. Û şûrê ewil, mearif û xwendin e. Êduduyan, îttîfaq û muhebbeta millî ye. Ê sisiyan, însanê bi nefsa xwe şuxla xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelqê hêvî neke û piştaxwe nedetê.    Û wesiyeta paşî, xwendin, xwendin xwendin û desthevgirtin, desthevgirtin, desthevgirtin.    Mela Seîd
··
285 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.