Dayê
Ma destê te ne qerimî
Ma zimanê te ne tavizî
Ma hêstirên te ne miçiqîn
Dayê
Ez qurban, ez heyran
Dayê
Ez wenda,ez bêkes
Ezîm ez kurê te
Carna dibim ewr
bin tava havînê ji te re dibim sî.
Carna dibim baran
nav por û çavên te dikevim.
Carna dibim hêstir
ji çavên te diherikim.
Û herdem dibim kul
dilê te diêşînim.
Jan