Vaya dîsa stêrk winda bûn
Lê ev windabûn ne jî ber nebûna tê ye
Bi çûna tê ne stêrk ketine nav şermê û bes derketin
Ne jî tavê got hey lo
Bi nebûna tê Koçera jî ev war xwe heram nekir
Çawa bû zivistan dîsa hatin
Vaye dîsa dengê beytika te guhê min
Û dîsa dara kulîlk vekirin
Belkî tu vê ya dawî bawer neke
Lê bi nebûna tê de jî berû ya gezo girt
Tu tesîra ta li ser jiyanê nîna
Tenê tu li ser dilê min çarmerkî rûnişt bû yî
Û tê dilê min tirş dikir
Erê stêrk winda bûn lê ev ne şerma ya
Ji ber ku bû sibeh û tav derket bes xwîya dikin
Oxir be...