Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

72 syf.
8/10 puan verdi
Werin em jînê bêhn bikin. Meha Nîsanê roja yekem merheba ji were.hûn çawenin,karkerno, Xwendivanno, batalno. çîroka we çaw derbas dibe.hûn dikenîn an ji digirîn, hûn bextewarin an ji xemgînin. Çîroka we li we bûye êş an jî şahî. Em bi xwe tev çîrokekin çîrokek yê nîvcoyî bimîne. Carna wûsa ez aciz dibim ji xwe, ji vê jîyanê. dilê min her tiştî sar dibe ev çîroka min li min teng dibe. Ez ewê hewqas evîndarê nivîsandinê, bêdeng dibe û naxwazê tîştekî binivisîne. Paşê ew jî fehm dike ne nivîs be tîştek min xweş nayê li vê Jînê. Û dinivisînîm noqî dibim di nav raman û hîsan de. Gelo hûn jî carna difirin di nav raman û hîsan de? Hûn wenda dibin nav xewnan de. Tîştekî cûda û nexweşe bi rastî. nebin, nebin wê şkencê li xwe nekin. Paşê difikirim dibejim gelo tu bê raman bayî, bê hîs bayî û weka darek hişk bayî ma ne çêtir bû ji te re. Weka derdora xwe, xwe kor bike, lal bike, bê rumet bike. Bi tenê razê û şîyar bibe bila jiyana te li ser van herdu tîştan be.hûn jî wûsa difikirin ne wûsa? hûn jî xwe dixapînin û xwe bi van ramanan diwestînin. Ka em çê bikin ev karê me/we yî herî vale ye li hewqas jî tijî ye. Paşê em Çîrok û dîsa çîrok çîroka xwe didomînin. Ez hinekî behsa Pirtûkê bikim. Gelo hûn zanin çîrokên me Kurda ne lihevanîn ên pênûsa nivîskarane. Çîrokên me çîrokên rast, çîrokên hatîye serê vî gelî ne tev. Çîrok tu cara ji vî gelê xilas nabe û tu cara jî wenda nabin. gund, gund bajar, bajar bigerin û mal,mal herin ji devê her Kurdî de çîrokek bêhna êşê ji dibare heye. Çiyayên me çemên me çol û deştên me ji xwe tev dîrokê de çîrokê herî mezin in. Nivîskar jî çîrokên Kurdî çîrokên gel bi zimanekî cûda û hîneki bê edebî nivîsiye. Dawîya tu çîroka xwe ne anîye. Hiştî ye fikr û hîsên Xwendivana re. Yanî dawî ya çîrokên Fahrî Ayhan hûn berdewam dikin an jî xilas dikin. Destê wî saxbe. Kesê ku ji bo ziman peyvekê binivîsîne keda wî pîroze.
Bêhna Sêvê
Bêhna SêvêFahri Ayhan · Nubihar Yayınları · 201218 okunma
·
350 görüntüleme
Mehmet okurunun profil resmi
Deste we her du yan jî saxbe :) lê divê em vêya bibêjin ku mixabin ev pirtûk ji hêla edebî gelekî kêm e.
Jan okurunun profil resmi
Raste bira ji ber wê ez zêde ser pirtûkê nesekinîm. Kêmasiyên pirtûkê jî heye
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.