Hevnasîna min û Edîp Yüksel
Puan vermedi·880 syf.··
2022 25. kitabı
Weke gelek kesan di jiyana min de jî -wextekî- valahiyeke pir mezin di derbarê ol(dîn)ê de çêbû. Wî çaxî bi wî mêjiyê xwe yî belawela herwekî heywaneke ji birçîna berî ku bimre wî/wê berî mêrgeke şîn û bê ser û binî bidin bi birçîbûneke ku dê tu carî têr nexwo min berê xwe da pirtûkên li ser olê (ne tenê ola Îslamê hema çi olên ku min bihîstibû hemî lêbelê bi taybetî olên ku em dibêjin semawî) Helbet pirsên gerdûnî û xwezayî li benda hin bersivan bûn -bêguman anha jî gelek pirsên min li bendê ne- û diviyabû êdî bêyî ku ez careke din wan bavêjim binhişiya xwe an jî wan taloq bikim bibersivînim. Xweşbext im di warê olî de derdora min bi hêz e herwiha bavê min ji bo min derfetek mezin bû lewra wî îcazeta xwe ji medreseyan girtibû. Ger ez bi vê nezanebûna xwe bi nav bikim divê ez di vî warî de kesên li ser olê diaxivin bikim du beş: yên hişk (wekî bavê min) û yên nerm. Gelo li gor çi hişk, li gor çi nerm? Mînak min xwest ez tefsîra Mevdûdî bixwînim di cîlda çaran de ji min re pir hişk hat û mixabin min dest jê berda. Herwiha li gor giyan û mêjiyê min û li gor şayesandina min ya Xwedê, li gor ku min dîroka pêxemberan xwendiye diviya ol ne ewqasî hişk be jixwe hişkbûn tu carî ne xwedî dilkêşiyekê ye(helbet ev tev ramanên min yên şexsî ne bila kes bi şûrê ola xwe serê min nefirîne lewra di warê olî de yê min firandin li aliyekî ez şûrê xwe ji kalan jî dernaxim) welhasil digel ku min ji agahiyên derdora xwe pêşderaziyeke tûnd jî li dijî Edîp Yüksel ji xwe re peyda kir min biryar da ku ez bi wî re jî têkevim têkiliyê û di twîtterê bersiv da peyama min û herwiha bersiv da çend pirsên min jî. Bi vî awayî min xwest ez bêyî ku gotinên derdora xwe ji xwe re bikim ronahî min berê xwe da pirtûkên wî û min tevî vê pirtûka wî sê çar pirtûkên wî xwendin. Baş e ku min ew xwendin û ew ne tenê weke pêşderaziyekê di jiyana min de cî girt. Ji bo çi min ewqasî dirêj kir? Ji bo Xwedê nexasim di derbarê olê de ji bilî lêkolînên xwe, dil û mêjiyê xwe tu kesî ji xwe re nekin rêber. Û dîsa ji bo Xwedê an jî hûn her bi çi bawer bin ji bo wî/wê, bixwînin û bi xwe bibînin. Încil jî pir xweş e hûn poşman nabin wê jî bixwînin, Tewrat hinekî tevlîhev û dirêj hat ji min re lê ew jî xweş bû hêja ye xwendinê. Zebûr min wekî pirtûk nedît lê ew jî min di telefonê de dît û daxist wê jî bixwînin, Avestayê jî bixwînin û bi taybetî weke bêjingekê Ali Şeriati jî bixwînin. Di encamê de dikarim bêjim ez ji xwendina "Mesaj"ê qet ne poşman im û tiştinan li min zêde kir xwezî nivîskar bi zimanê dayika xwe binivîsanda dê hîn xweştir bûya. Di gelek ayetên Quranê de dibêje ma hûn qet nafikirin. Mixabin em nafikirin em tenê bawer dikin fikirîn zor e ji bo me️ Hêvîdar im ez weke yekî pozbilind û şîretkar nehatibim xuya.
Kurdî
MesajEdip Yüksel · Ozan Yayıncılık · 2018222 okunma
·
598 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.