Gönderi

EZ BAWERIM WÊ DÎROKÊ JÎ BİNVİSE; BEXTÎYAR ELÎ RAPERÎNEK E BO ROMANA KURDÎ
10/10
·304 syf.··
Beğendi
·
2022 4. kitabı
·
51 günde okudu
·
Okunma: 19 Nisan 2022 02:04
         Bextîyar Elî romana xwe ya bi navê Êwra Perwane yê ( Ewarey Perwane) di sala 1998 de bi zimanê Kurdî zaravayê Soranî nivîsîye. Veguhertina Kurmancî Besam Mistefa kiriye.     Nirxandinê bo Bextîyar pir xwaş û cî da ne. Ji ber wî ez dikim ku zêde nekevim dubare yê. Dixwazim kurt û kurmancî binirxînim. Êvara Perwane yê him bi alî çîrokê him jî bi alî şêwazê pir balkêş e. Çîroka  Perwanê bi nêrîn û çavdêriyên Xendana Piçûcuk  va rave dibe. Zimanê çîrokê ew qas tîr e xwîner nava çîrokê de digelpiçe. Û di navbera ütopya û distopya yê diçe û tê. Roman alî hevoksazî de pir Xurte. Di serî de hevokên tevlihev pirin lê piştre ev çareser dibe û. Xwîner bi aram xwe berdide nava çîrokê. Hûnandina bûyera, çûyîn û hatina navbera herdu hêyama nerm û pêk hatiye. Bo wî xwîner qet aciz nabin. Her çiqas rastiya civata Kurda, bandora desthilatiyê xwe çîrokê de hûr hûr eşkere bike û xwiner kaşî bê hêvî bûne ke jî. Berxwedana Xendan û Fetanê a hember kiryarê zulmatê hebûna xwe diparêzin. Divê hew çirûskek hêviyê. Bawerim Perwane sembola hesta eşqê ye. Navê wê heye lê xwe ne diyar e. Ev çîrok bi kesê xwe bi bûyerê xwe tevahî welatê Kurda bû. Alîk wek eşqistanê xwaş, alîk wek zulmatê dojehê. Lê berxwedana Xendan û Fetane çirûska hêviyê bû. Di çîrokê de hemû kes awarte ne. Dildarê Perwanê. Yek saetçî ye dikar e dem û dewran bida sekinandinê û kîjan dem bixastana dikaribûn biçûna wê demê bi aramî bi jiyana. Seetçi ber dara tûyê bi guleyekî hat kuştin. Yek xortê ku Perwanê jê re diaxivî. "Şiyana wî heye  bi pêxembera re dipeyîve, bi ruhaniyeta miriyan re nameya veguheze. Pişt re jî ciwanê şermîn derket ku dikarî bageran rawestine û çarmedola xwe xelekeke aram çêbike. (30) ev xort ji li bazarê bi gulleyekî hat kuştin.  Her wiha navê kesayeta jî ew qas balkêş in. Xendanana Piçucuk, Ferdunê Melek, Siyamendê Balinde, Nasredinê Behnxwaş û hwd. Ev yek dibe sedem ku çîrok bêtir xwaş dibe. Ez bawerim ê dîrok jî binivîse ;Bextîyar Elî  raperînek e bo romana Kurdî. Bekir GNGN Özgür Dicle
Edebîyata Kurdî
Êvara perwaneyêBextiyar Elî · Avesta Basın Yayın · 201250 okunma
··
430 Gösterim
3 Yorum
Lütfen giriş yapınız.
Dest xweş. Êvara Perwaneyê di nav asîmana wêjeya Kurdî de stêrka herî mezin.
Şanyar Adir
Gönderi Sahibi
Bê guman. 🙏 💐
Dest xweş. Ez pirtûkê Mamoste Bextîyar naxwazim li ser hev bixwînim, ez dixwazim di nava her pirtûkên wî de çend sal derbas bivin, da ku ez bizanibim hêja tiştên xweş hene ku mirov bike. Û ez jî bawerim ku Bextiyar Elî raperineke wekî te go, û ez jî dîsa bi Bawer û bi hêvî me ku wêneyên mamoste ku gava Xelata Nobelê distîne em ê bi hev re bivînin û wê serê me dîsa bilind bive. :):) Û şev baş
Pîroz dikim 👍👏
Şanyar Adir
Gönderi Sahibi
Bila piştî tez ê be ne xem e.